Mîhrîcana Arîn bi coşek mezin berdewam dike
11:32
JINHA
EFRÎN - Mîhrîcana Arîn a ku bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan ên kantona Efrînê despêkiribû, bi coşek mezin dewam dike.
Mîhrîcana Arîn a ku bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan ên Kantona Efrînê bi dirûşma "Hêza Avakirinê Di Yekbûna Hêza Jina Ciwan De Veşartiye' despêkiribû, bi pêşandanên hunerî û pêşbirkên sporê re dewam dike.
Di Mîhrîcana duh de di navbera Tîma Raco û ya Efrînê de maça fotballê hate leyîstin. Di dawiya maçê de Tîma Efrînê bi 4-2 bi ser ket. Paşê lîstoka basketbollê di navbera du Tîmên Biçûkan û Raco de pêk hat. Di encamê de tîma Piçûkan bi 24-5 serket. Du tîmên Efrîn û Cindirês jî basketboll lîstin û tîma Efrîn biser ket. Di mîhrîcana duh de bi giştî aktîvîteyên sporî hebûn.
Mîhrîcana Arîn bi coşek mezin îro jî berdewam dike.
(fr/cc/rc)