Li zozanên Botanê dema pincar

12:09

JINHA

ŞIRNEX - Li Botanê bi hatina biharê re, ax bi xêr, bêr û bereketa xwe yî bi sedan nebatî xwe dide der. Welatiyên daketin Zozana Sirgagozê dest bi berhevkirina pincar û nebatên wek qakir, rêvas, qulîk, soryaz, mendî, luşîk, stîrhîk, sîrik û kereng ên bi derman û şîfa kirin.

Li Botanê bi hatina biharê re li panav, zozan û quntarên çiyayayan dewlemendiya nebat û hêşînahiyê xwe didin der û bi vê dewlemendiyê re mirov ji bo berhevkirinê berê xwe didin zozana. Her sal bi hezaran kesên ku ji bo berhevkirina nebat û pincaran dadiketin zozan û panavan, îsal ji ber êrîşên qirkirinê yên dewletê bi hezaran kesên bi darê zorê ji warên xwe hatin koçkirin ji wan jî hin kes ji bo berhevkirinê berê xwe didin zozan û quntarên çiyê. Îsal li Zozana Sirgagoza bajaroka Sêgirkê ya Qilebana Şirnexê ya bi efsane û dastanên xwe tê nasîn ji bo vê berhevkirinê liv û tevgereke zêde heye.

Welatiyên dadikevin panav û zozanan û derdikevin quntarên çiyê nebat û pincarên wek qakir, rêvas, qulîk, soryaz, mendî, luşîk, stîrhîk, sîrik û kerengan berhev dikin. Li Botanê li gora demsalan ji sedan nebat û hêşînahiyên ku tên xwarin ji hemûyan re pincar tê gotin. Bi taybetî qismek ji van nebatên ku ji aliyê jinan ve tên berhevkirin di demsala xwe de tên çêkirin û xwarin. Qismek ji vana ji derûdorê, ji cînar, dost û xizman re tên verêkirin û yên mayî jî ji bo zivistanê tên hişkirin.

Welatiyên Botanê yên her sal bi xwezayê re dibin yek dibêjin; "Bila dewlet ji me bigerin, ev çiya û zozan ên mene."

(kom/zt)