Kongreya Star li bajarê Dirbêsiyê civîna xwe li darxist

13:47

JINHA

DIRBÊSIYÊ - Kongreya Star a Bajarê Dirbêsiyê civîna xwe ya sê mehan lidar xist. Di civînê de xebatên Kongreya Star hatin nîqaşkirin.

Kongreya Star bi armanca nirxandina xebatê 3'ê heyvan civîn li Navenda Çand û Hûner a bajarê Dibêsiyê a Kantona Cizîrê li dar xist. 101 jin di civînê de amade bûn. Di destpêka civînê de endama Koordînasyona Kongreya Star Leyla Yaşar axivî û rewşa siyasî ya herêmê nirxad. Leyla bal kişand ser êrîşên li Bakûrê Kurdistan û Şêx Meqsûd û berxwedana gel a li dijî zilmê vegot. Leyla biryara îlankirina sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê jî wek pêngaveke girîng nirxand û anî ziman ku sîstem wê bi têkoşîna jinan bê avakirin.

Di berdewamiya civînê de rapora xebatên 3'ê heyvan a Kongreya Star hate xwendin û paşê nîqaş li ser rewşa xebat û asta Kongreyê hate kirin. Di tevahiya axaftinan de girîngiya pêşxistina faliyetên Kongreya Star û birêxistin kirineke hîna berfirehtir hatin ziman. Paşê civîn ber bi plansaziyê ve çû. Biryara xurtkirina xebatên Kongreya Star hate wergirtin.

Jinan civîna xwe bi berzkirina dirûşmeya, "Jin, Jiyan, Berxwedan", "Bijî Berxwedana Bakûr" û "Bijî Berxwedana Şêx Meqsûd" bi dawî kir.

(şe/rc)