Ji bo Şervana YPJ'ê Tekoşîn Colemêrg sersaxî berdewam dike
14:42
JINHA
COLEMÊRG - Li Taxa Bîçerê ji bo Şervana YPJ'ê Fatma Seven (Tekoşîn Colemêrg) konê şînê hat vekirin û ziyaret berdewam dikin.
Li Taxa Bîçerê ya Colemêrgê ji bo Şervana Yêkiniyên Parastina Jin (YPJ) ê Fatma Seven (Tekoşîn Colemêrg) konê şînê hat danîn. Di daxuyaniya YPG/YPJ'ê de hat diyarkirin ku Tekoşîn Colemêrg li bajarê Girê Spî yê Rojava di dema êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe jidest daye. Dayika Tekoşîn Colemêrg Zubeyde Seven diyar kir ku ew bi keça xwe Tekoşîn Serbilindin û wiha axivi; "Ez bi keça xwe serbilindim, keça min ji bo axa xwe tekoşiya û riya Rêber Apo ji bo kir armanc. Keça min şehida tevahiya Kurdistanê ye, bila serê Rêber Apo, hevalên wê û gelê Kurdistanê sax be."
Li konê şînê yê li Taxa Bîçerê ji bo Tekoşîn Colemêrgê hatî vedan sersaxî berdewam dikin.
(zyd/zt)