'Weke ku me soz dayî Berjînan em livirin'
15:54
JINHA
AMED - Ciwanên ku ji bo piştevaniya Cizîrê ketin rê di ketina bajêr de hatin astenkirin. Ciwanên ku nehiştin herin Cizîrê ji bo alikariyê hatin Amedê. Jinên ciwan bang li hemu jinan kirin ku piştevaniya Cizîrê bikin.
Rexistinên ciwanan û Meclîsa Ciwanên HDP'ê ji Stenbolê ji bo piştevaniyê hatin Cizîrê, polîsan di ketina Cizîrê de ciwan astenkirin. Piştî asten kirina polîsan ciwan hatin Amedê û bi pêşengiya Komeleya Alikariya Piştevaniya Rojava li Amedê koliyê alîkariyê belav kirin. Ciwanan li ber ambarê daxwiyanî dan. Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, Hevserokên Navenda HDP'a Amedê Gulşen Ozer û Omer Onen jî tevlî daxuyaniyê bûn.
Endama Jinên Ciwan ê Demokratîk ê Azad (ODGK) Dîlan Kuçuk diyar kir ku hişmendiya dewletê ya qatilîamkar li Kurdistanê carek din ket dewrê û wiha dom kir: "Ev hezar sale dewleta Tirkiyê dijminatiya xwe ya li hember kurdan bernedaye, dijminatiya xwe bi pratîkên qatilkirinê xistiyê dewrê û van qatlîman li ber cavan dike. Lê em ê têkçûna û xelasbûna wan di nava siyaset kirêj de bibînin."
'Weke ku me sozdayî em li virin'
Dîlan dawxuyan ku ciwanên li Cizîr, Silopî, Nisêbîn, Sur û Geverê li berxwe didin bûn hêviya hemu gelê Kurdistanê û wiha gotinên xwe ber bi dawî bir: "Me ji Berjînan, Deraya yan û Sakîneyan re sozdaye, em ê li Kurdistanê carek din ji xeliya xwe bijîn û em ji bo vê sozê li virin. Em li cem gelê xwe nin. Eger dewlet xira bike em ê ava bikin û ew çiqas me qatil bikin em ê zêde bin. Em bi şîara 'Em jinên berxwedane nê' banga mezinkirina şêwirmendî û ji nû ve avakirinê li hemû jinên ciwan dikin."
(dt/zt)