Sedema girtina Meltem pîşeyê wê ye
16:37
JINHA
MÊRDÎN - Nûçegihana DÎHA yê Meltem Oktay a ku li gel nûçegihan Ugur Akgul ên li Nisêbînê dema nûçe dişopandin hatin binçavkirin, piştre hate girtin li dozgeriyê û dadgehê pirsên weke "li gorî çi nûçeyan çêdikê" jê hate kirin. Sedema girtina Meltem jî nûçeyên ku bi YPS'iyan re yên "rojnamegerên din nikarin derfetên çêkirina nûçeyên bi vî rengî bibîn" e.
Nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Dîha (DÎHA) yê Meltem Oktay û Ugur Akgul ên ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi mehan e nûçe dişopandin di 11'ê Nîsanê de ji aliyê polîsan ve di encama serdegirtina mala ku lê diman dehatin binçavkirin. Piştî ku derxistin dadgehê nûçegihan Meltem Oktay bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" hate girtin, Ugur Akgul jî bi şertê "kontrola edlî" û "qedexeya derketina derve" hate berdan. Nûçegihan Di dema binçavkirinê û li qereqolê rastî êrîşa polîsan hatin û hatin tehdîdkirin, ev pêkanîn di girtekên dozgerî û dadgehên de jî tê dîtin. Pirsên ku ji nûçegihanan hatin kirin ên ku ji bo rastiyan bigihînin gel berpirsyariya xwe bi cih di anîn jî derxist holê ku çawa bi pêkanînekî kêfî re rû bi rû mane.
Li dozgeriyê û dadgehê pirsên wekî "kengî dest bi rojnamegeriyê kir", "li gorî çi nûçeyan çêdikê", "tu qet derketiyê derveyî sînor", "li derveyî Tirkiyeyê te qet perwerdehiya îdeolojîk û çapemeniyê dîtiye" û "çima li Nisêbînê yî" hatin kirin. Jibilî van pirsan jî pirsa "çapemeniya civakî bi kîjan armancê bi kar tînî" hate kirin. Ligel ku nûçegihanên kê bersiva di çarçoveya peywira xwe ya pîşeyî de li navçeyê ne, tiştên ku diqewimin ji raya giştî re ragihînin li vir in jî dozgeriyê xwest ku nûçegihanan bên girtin.
Der barê nûçegihanan de Meltem Oktay de raporên îxtixbaratê, gotinên şahidên nepen û rojnivîska li Nisêbînê girtiye, nûçeyên li taxan bi YPS'iyan re çêkirine, parvekirinên çapemeniya civakî wekî hincet hate girtin. Ligel ku dadgehê nirxandina raporên îstixbaratê û îfadeyên şahidên nepen "ji bo hikm û biryardayînê nabe" jî biryara girtinê hate dayîn. Sedema esasî ya girtinê jî wekî "bi endamên rêxistinê re bi awake rehet derfetên ku rojnameger nabînin nûçe çêkiriye" hate nîşandan. Girtina Meltem li ser şîroveyekî bi vî rengî jî nîşan da ku ji ber ku bi wesayîtên zirxî yên dewletê re negereyaye û nûçegihanî nekiriye hatiye girtin.
Piştî ku di derbarê nûçegihan Meltem de biriyara girtinê dan ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.
(zt)