Dê cara yekem jinên Êzidî dibin alaya YJŞ'ê de cejna xwe pîroz bikin

09:04

Jinda Asmen/JINHA

ŞENGAL - Endama Konseya Leşkeriya YPŞ'ê Zeynep Cudî di derbarê hatina Cejna Çarşema Sor de nirxandin kir û got: "Divê bi wesîleya Çarşema Sor hemû jin beşdarî nava refên YPŞ'ê bibin. Werin em bi hev re vê jiyanê avabikin û hîn zêdetir bi wate bikin."

Çarşema Sor a ku ji bo Êzidiyan rojek taybete her sal di meha nîsanê de çarşema piştî 13'ê nîsanê tê weke Çarşema Sor pîroz dikin. Cejna Çarşema Sor a ku di ola Êzidiyan de xwediyê giringiyek mezine, ji aliyê Êzidiyên li çar aliyên cîhanê belavbûne ve tê pîrozkirin. Di derbarê giringiya rojê de Endama Konseya Leşkeriya Yekîneyên Jinên Şengalê (YPŞ) ê Zeynep Cudî axivî û Çarşema Sor li hemû jinên di destê çeteyên DAIŞ'ê de dîlgirtî pîroz kir.

'Çarşema Sor hatina biharê ye'

Zeynep, da zanîn ku ew ji bo pîrozbahiya cejnek wiha giring a Êzidiyan şanazin û wiha domand: "Çarşema Sor ji bo me Êzidiyan çavkaniya jiyanê ye. Ew roj hatina biharê, giyan dana xwezayê, şînahî û demarên jiyanê ji nû ve jiyan dîtine. Di mehek wiha de pîrozkirina vê cejnê ji bo me hestên cuda dide çêkirin. Em wê rojê hêgan dikelînin. Em bi rengên xwezayê hêgên kelandî reng dikin."

'Emê carayekem bi navê YJŞ cejnê pîroz bikin'

Zeynep bilêv kir ku dê cara yekem bi nav û alaya YJŞ'ê Çarşema Sor pîroz bikin û wiha berdewam kir, "Em weke YJŞ di ferqa rojek wiha giring denin. Em tevera gelin. Em hêza berxwedanê ya Êzidîxanê ne. Ji bo wê ye gel û YJŞ bi hev re hev temam dikin. Ev hevgirtina gel û YJŞ'ê giringe û watedare. Ji bo min gelek giringe bûyîna endamê rêxistinek wiha. Emê cara yekem di bin nav û alaya YJŞ'ê de Çarşema Sor pîroz bikin."

'Werin em bi hev re jiyanê ava bikin'

Zeynep anî ziman ku weke jinên Êzidî wê berxwedanê berdewam bikin û wiha dom kir: "Ez gelek şanazim ku di nava rêxistinek wiha giring de cîh digirim. Bi felsefeya Rêbertiyê rêxistinek wiha birêve birin romet û serbilindiye. Berê jî Çarşema Sor dihat pîrozkirin, lê weke rêxistin û şervanên Êzidîxanê em nebûn, parêzvanên gel nebûn lê niha hene. Ji ber hebûna wan ev cejin hîn zêdetir watedarbûye. Ez dixwazim carekdinê giringiya bi giyana jinên rêxistinkirî pîrozkirina Çarşema Sor bibîrbixim. Em weke YJŞ jî vê jiyanê bingeh digirin. Divê hemû jin bi wateya avakirina jiyan nû beşdarî nava refên YJŞ'ê bibin. Werin em bi hev re vê jiyanê bihonin û hîn zêdetir bi wate bikin."

(zt)