Navenda Zanist û Perwerdeya Jinê bûye çavkaniyê çareseriyê
09:05
Sorgul Şêxo/JINHA
TIL TMEIR- Navenda Zanist û Perwerdeya Jin bûye çavkaniya çareseriya pirsgirêkê tevahî jinan.
Jinên Rojava ên ku mohra xwe li berxwedanê dane, pêşengiya tevahî xebatên înşa û çareseriya pirsgirêkên civakê dikin. Li bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê Navenda Zanist û Perwerdeya Jin, ji bo tevahî jinan bûye hêviyê çareseriyê. Endama Navenda Zanist û Perwerdeya Jin a bajarê Til Temir Emel Barawî diyar kir ku girîngî bi vekirina navendê jinan heye û wiha got, "Ji ber bi hezar salan sîstem û zihniyeta serdest li ser jinê hukum kiriye, li hember pergala serdestiyê pêdivî bi perwerdeyên taybet û xebatek xurt heye. Li hember gelek pirsgirêk navenda me rolek girîng girt ser milê xwe."
'Roja 4'ê Nîsanê Navend hat vekirin'
Endama Rêvebera a Navenda Zanist û Perwerdeya Jinê Emel Barawî da zanîn ku saziya wan di 4'ê Nîsana 2013'an de vebû û pêvajoya destpêkê ji me re wiha vegot: "Di destpêkê tenê 4 jin di navendê de dixebitîn û xebatên me rastê pir zehmetiyan dihat." Emel dibêje ku ew herî zêde ji nêzîkatiyên çewt yên bandora zihiniyeta zilamsalar li ser civakê, tengav dibûn û wiha got: 'Ruxmî van nêzîkatiyan jî, me giranî da xebatên xwe û me nehişt ku bandora neyînî li ser me bike."
Emel da zanîn ku xebatên Navendê her sal bêtir xurt bûye û di 3'ê mehên dawî de 42 jinan serdana wan kirin û ji van dozan 30 heb hatin çareserkirin û got 12 doz jî li ber lêkolînê ne. Piranî dozên ku ji mera tên yên şîdet, pir-zewacî, dizî, berdan û hwd. in. Em van dozan li ser bingeha rastiyê û li gor zagonên Xweseriya Demokratîk çareser dikin." Emel anî ziman ku herî zêde jin li gundan serî li navendê didin.
Navend bû hêviya tevahî jinan
Emel got, "Navenda Zanist û Perwerdeya Jinê bi xebatên xwe yên serketî û çareseriyê bûye navenda hêviyê ji bo jinan. Em li nava navendê perwerde û civînên xwe jî li dar dixin û li ser pirsgirêkên jinan û çareseriyê gotûbêjan pêk tînin. Êdî herkes vê Navendê nas dike û bi taybet pêkhateyên li bajêr dijîn, yên Kurd, Ereb, Suryan, Aşûrî dozên xwe radestê wan dikin û pê bawerin ku dê ev navend bikaribe ji wan re çareseriyê bibîne."
(en/rc)