Amedekariyê Kampa Holê yê koçberan bi dawî bû
09:09
JINHA
HESEKÊ - Bi hevkariya Desteya Karên Koçberan, Rêveberiya Jin û TEV-DEM'ê kampek li Holê ji bo koçberên Mûsûl û herêmên din ên Iraqê hate amede kirin.
Bi pêşengtiya jinan kampek li Holê ku dikeve Rojhilatê Hesekê ji bo pêşwazîkirina koçberên ji Mûsûl û herêmên din ên Iraqê hatiye amadekirin. Ev koçber piranî ji herêmên di bin destên çeteyên DAÎŞ'ê ne û berê xwe didin Rojavayê Kurdistanê. Rêvebera Kampa Xabûr û ya Holê Sûzen Hesê Elî li ser girîngî û pêdiviya vekirina vê kampê ji bo koçberan anî ziman û wiha got: "Ev kamp hatiye vekirin ji bo koçberên ku ji hêla madî û menewî ve rastê tundiya çeteyan hatine û neçar mane axa xwe biterikin hatî amede kirin. Piraniya koçber ji bajarên Iraqê bi taybet jî Mûsûlê ne." Sûzen di dewama gotina xwe de got: "Di vê kampê de 100 mal hene ku her malek jî ji du odeyan û banyoyê pêk tê."
Sûzen herwiha agahî da ku di kampa Holê de park û qada lîstoka zarokan jî hatiye dayîn ku herî kêm bikaribin hinekê zarok û malbatên wan şad bikin." Sûzen di dawiya axaftina xwe de got: "Em gelê Rojava dixwazin ji kesên ku bi tundiya çeteyan re rûbirû mane, bi her awayî bibin alîkar û di vê barê de em ê derfetên heyî bikar bînin."
(ee/lç/rc)