Jinên Wanê: Em ê çalakiyên xwe ji bo Geverê mezin bikin
09:12
JINHA
WAN- Jinên Wanê bertek nîşanî dorpêç û rêveberiya awerte a ku ji 13'ê Adarê heya niha li ser Geverê berdewam dike dan û wiha gotin, "Em ê wek dayik xwedî li ax û zarokên xwe derên û deng bidin Geverê. Divê tevahî gelê me dest bidin destê hev û xwedî li berxwedana Geverê derkevin."
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê êrîş û dorpêça hêzên dewletê di roja 38'emîn de berdewam dike. Jinên Wanê ne razîbûn nîşanî pêk anînên li Geverê dan û diyar kirin ku ew ê li hember êrîş û qetilaman dengê xwe bilind bikin. Ji jinên Wanê Zekiye Kaya diyar kir ku ew ê ji bo parastina zarokên xwe dê bedenê xwe bikin mertalên zindî û got divê tevahî gelê welatparêz xwedî li zarokên xwe derên.
'Bêdengî koletiyê mirinê tîne'
Zekiyê da zanîn ku ew bi salane ji bo aştiyê têdikoşin û wiha domkir, "Dewlet dexwazê me yê aştiyê nabîne û ji me fêm nake. Em vî dozê bernadin û heya dawiya jiyana xwe jî em ê ber xwe bidin. Bila gel ê kurd rabin ser piyan. Ji bo hemû mirovahiyê û ji bo rijandina xwîn raweste em ê tekoşîna xwe bidomînin. Bêdengî koletiye. Bêdengî mirinê tîne û em dibêjin ji ber wê jî em dengê xwe bidin Geverê û ji bo Geverê bimeşin. Bi dewletê be aştî nayê vî welatî, lê em jin em dayik dê aştiyê bînin."
'Me dayîk bi salane destê xwe ji bo aştî dirêj kiriye'
Fatma Turgut jî diyar kir ku dewleta Tirkiyê di dîrokê de jî pêk anînên dervî mirovahî kiriye û wiha got," Dewleta tirk di salên 1990'an de êrîşên xwe li ser axên me pêk anîn, gundên me şewitandin em bi zor ji warên me dan koç kirin. Niha jî wan polîtîkayên qirêj li ser Geverê, Cizîrê, Surê pêk tîne em wî tiştî qebûl nakin. Em ji bo Geverê aştiyê dixwazin. Li Geverê sîvîl tên qetilkirin zarokên 2 salî tên qetilkirin avahiyên wan tên şewîtandin. Dilê me dayikan di şewite. Êdî bese heya kengî dê wî şerî li ser me pêk bînin. Me dayikan bi salane destê xwe ji bo aştiyê dirêj kiriye. Ji bo Geverê tiştê ji destê me bê em ê bikin. Bila hemû gel jî rabe ser piyan û bibe deng ji bo Geverê. Ez li vir silavên xwe ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî dişînim. Dê aştî bi destê me dayikan bê."
'Zarokên me di nav agirê qirêj de tên qetilkirin'
Xemê Akdogan a 70 salî jî anî ziman ku ew dayik dê ji bo axa xwe û zarokên xwe heya mirinê ber xwe bide û wiha got, "Dewlet bela xwe ji me dayikan bernade. Em dibêjin aştî astengî derdêxe. Lê em ji dê li ser doza xwe bin. Em dayik ji bo aştîyê û ji bo Geverê jî heya dawiyê têbikoşin. Zarokên me dinav agirê qirêj de dişewite. Em hesnakin zarokên me bên qetilkirin ew gula laşê zarokên me dikeve bila bê laşê me bikeve." Xemê dawiya axaftina xwe de got ku:" Heya ew şerê qirêj ne raweste em dayik jî na rawestin. Em aştiyê dixwazin. Em dayik her demî em ê ser piyan bin û bikevin rê. Bang li hemû gel ê Wanê dikim ku çalakiya xwe û dengê xwe jî bo Geverê bilind bikin."
(hk/rc)