Jin: Ev jiyana me ye, em jin hene!
09:15
JINHA
STENBOL - Jinên xwedî li jiyana xwe derketine û ji 8'ê Adarê hêz girtine li Morfestîfalê de gihan hev. Me jî ji jinan di derbarê tekoşîna jina azad de nêrîn girt.
Di yekem festîfala jinan Morfest de gelek jin hatin bahev û malavahî ji dîmenên rengîn re kir. Jinên beşdarî festîfalê bûn di derbarê komkujî, berxwedan û rêxistinkirina jinan de sohbet kirin. Jinên ku me fikrofon dirêjî wan kirî hem balkişandin ser şideta mêr li ser jinan li Trikiyê her diçe zêde dibe û hem jî gotin: "Ev jiyana meye, Em jin hene û emê tekoşîna xwe berdewam bikin."
Ji Kolektîfa Jinên Zanîngehê Hazal Algan diyar kir ku niha nêzîkatiya wan a li jinan encama polîtîkayên wan ên newekheviya jin-mêr e û wiha wiha domand: "Bi hişmendiya hikumetê ya deshilatiya mêran dadger alîkariya mêrê sucdar dike û ser sucê wan digire. Ji bo em ji vê re bêjin 'bese' em li Morfestîfalêne. Divê em li hemberî hişmendiya şidetkar a deshilatiya dewletê bin, bê xwestin bav û birayê me jî be. Divê em jin li hemberî tindiyan bi yek dilî tevbigerin. Ji bo em ser vî bingehî rêxistina xwe mezin bikin em li vêderê ne."
'Divê em barîkatên polîsan derbaskin û tekoşîna xwe mezin kin'
Ji Jinên Malagel Tanya Guyuk jî kelecana jinan a 8'ê Adarê daxistina kolanan bibîrxist û got: "Divê em vê kelecanê bigihînin astekêk û hîn zêdetir mezin bikin. Ji ber sepandina polîtîkayên dewletê her diçe li Tirkiyê şideta mêran a ser jinan zêde dibe. Polîtîkaya deshilatan me jinan tine dihesibîne. Em weke jin li hemberî vê bê bersiv namînin. Ji bo wê jî em ji 6 heya 8'ê Adarê li kolananin. Me xwest em barîkatên polîsan derbaskin û tekoşîna jinan hîn zêdetir mezin bikin. Morfest jî bersivek vê ye. Em hemû jin divê bên bahev. Em li hember şidet û cînayetên mêran jiyana xwe diparêzin. Ev jiyana meye, em jin hene û temê tekoşînê berdewam bikin."
Yeter Eker a 69 salî jî bi gotina "Azadiya gel ji destê wan digirin" despêkir û da zanîn ku Serokomar her dem muxalîfan sucdardike, lê sucdarê herî mezin ew bi xwe ye û wiha pêde çu: "Xwe mafdar derdixe. Ticarî sucê xwe nabîne. Lê sucê wî ewqas mezine nakeve ti deveran. Bi çavê tisê ser me de tên lê netirsin. Xwe, pêşeroj, zarok û welatê xwe bizanin wiha êrîş bikin. Kor nebin êrîş bikin."
'Li Belçika her kesê wekheviya mirovan bawer kiriye'
Mathilde Stierner a ji Belçikayê jî destnîşan kir ku li Tirkiyê berxwedan gelek birîske û wiha axivî: "Ji xwe fikiria xwe nîşan dan û gotina newekhevî heye gotin tê wateya şer kirinê. Ev di nava gel de bi dengê bilind gotin bi xwe şere. Nivîs nivîsandin jî şêwazek şere. Ji ber van fikiran li Tirkiyê dikarin bên girtin û jiyana xwe bixin talokê." Mathilde bilêv kir ku li Belçikayê her kesê wekheviya mirovan bawerkiriye û wiha berdewam kir: "Lê mixabin wekheviyek wiha nîne. Jin qasî mêran newekhevin û weke wan qazanc nakin. Bi giştî li azadiya xwe jî xwedî dernakevin. Lê ji azadiyê bawerkirine û pejirandine. Ji bo wê jî tiştekê nakin."
Mathilde dema ku Tirkiye bi Belçika re anî berhev diyar kir ku Tirkiye di mijara wekheviyê de di cihek xirab dene û wiha dom kir: "Ji ber jin bi mêran re ne xwediyê heman mafîne. Weke mînak ez dixwazim bûyerek a hatî serê min bêjim; Dema ku li Tirkiyê ez dibeziyam mêrek hat nêzî min bû û got; 'Ji ber ku tu jinê nikarê di vê derê de bibezê.' Hinek nêzîkatiyên ji bo mêran hatî pejirandin, lê ji bo jinan nayên pejirandin hene. Li gorî Tirkiyê Belçika hîn baştire lê bi giştî jin û mêr ne hevsengin."
'Divê li hember dewlet û hikumetê derkevin'
Ji Kolektîfa Feministên Stenbolê (ÎFK) ê Elif Şeyman jî anî ziman ku li Tirkiyê her roja diçe gotinên zayendi yên ser jinan tên gotin zêde dibin û wiha got: "Dewlet zimanek ê zayendî yê şidet, tacîz û tecawîzkar ser jinan rewa dike. Em dibin şahîdê bi vî zimanî zêdebûna şidet û êrîşan. Ji bo jin vê hişmendiyê tine bikin divê em li kokê wê bigerin. Dozên ser kesan diçin nebesin. Hikumet polîtîkayên weke divê jin ji derve nexweyê, nekene û di nava jiyana kar de girtî be pêşdixe. Divê jin tenê ne li hember mêrên di nava vê pergalê de tekoşînê bikin, li hember ên van polîtîkayan derdixin û didin sepandin jî têbikoşin."
(zt)