Ji girtiya nexweş Feride ya hatî sirgun kirin 6 roje agahî nîne

09:33

JINHA

EDENE - Girtiya nexweş Feride Arbuz li gel 33 hevalên xwe ji Girtîgiha Karataşa Edenê hatin sirgun kirin. Feride ku ji girtîgihê bi ringek cûda hatî sirgun kirin 6 roje agahî jê nayêgirtin.

Bi hînceta ku dê Girtîgiha Sergirti ya Karataşê bibe girtîgiha vekirî 33'ê jin sirgunî Girtîgiha Sergirti ya Tarsusê kirin. Bi hincta ku dê girtîgihê vegûhezin girtîgiha vekirî di 12'ê nîsanê de gelek girtî sirgunî Girtîgiha Sergirti ya Tîpa C a Tarsusê kirin. Di heman sirgunê de girtiya nexweş Ferîde jî bitenê bi ringê sirgunî Girtîgiha Sîncanê kirin. Feride 5 sale li Girtîgiha Karataşê dimîne û bi nexweşiya pençeşerê re têkoşîna jiyanê dide. Feride ya hatî sirgun kirin bi ringê cûda hatiye sirgun kirin. Piştî malbat diçe hevdîtina keça xwe hîn dibin ku keça wan hatiye sirgun kirin. Malbat heya 6 rojan agahî ji keça xwe negirtine û hertim rêvebirên girtîgihê ji malbatê re gotiye; 'Keça we li nexweşxaneyê ye.'

Bi rojan malbatê ji keça xwe Feride agahî negirtine û piştî 6 rojan hîn dibin ku keça wan Feride sirgunî Girtîgiha Sergirti ya Sîncanê hatiye kirin. Malbata Feride bertek nîşanî sirgunkirinan dan û di derbarê bûyerê de endema TUAT - FED Suphîye Bayar diyar kir ku girtiya bi navê Ferîde li Girtîgiha Tarsusê xwiya dike û got peywirdarê girtîgihê gotine; 'Me ew bê qeyd biriye nxweşxanê' û wiha dom kir: "Ji wê rojê pêde malbat ji Ferîde agahî negirtine. Me ji rêveberiya Girtîgiha Sergirti ya Tarsusê pirs kir lê dîsa agahî nehat ji mere. Nexweşiya Feride girane û ji aliyê tenduristiyê ve gelek zehmetî dikişîne.

(dt/zt)