Li gorî Emniyeta Erdîşê JINHA ne zagoniye!

10:46

JINHA

WAN - Ji bo şopandina doza Hevşaredara Erdişê Diba Keskin û siyasetmendarên dinê dema nûçegihana me çu Dadgeha Erdişê ji aliyê Mudurê Emniyeta Erdişê Murat Hoş ve rastî hincetên weke 'ew sazumaniyek ne zagoniye' hat û negirtin salonê.

Di operasonên qirkirina siyasî de li navçeya Erdişa Wanê piştî îlankirina rêveberiya xwecihî di 12'ê cotmeha sala 2015'an de Hevşaredara Erdişê Diba Keskin jî di navê de gelek siyasetmendar hatin girtin. Dê îro doza Hevşaredara Erdişê Diba Keskin û siyasetmendarên dinê li Dadgeha Erdîşê bê dîtin. Dema ku ji bo şopandina dozê nûçegihana me Vildan Atmaca çu Dadgeha Erdişê ji aliyê Mudurê Emniyeta Erdîşê Murat Hoş ve rastî gotinên weke; "Ajansa we ne sazumaniyek zagoniye" hat û ew negirtin salonê.

Di saetên pêş de tê payîn ku doza siyasetmendaran bê dîtin, ji niha de welatî diherikin ber adliyeyê.

(zt)