Li Cizîrê polîs piştevaniyê asteng dikin!
11:13
JINHA
ŞIRNEX –
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li hember berxwedana dîrokî êrîşên qîrkirinê ya hêzên dewletê ya 79 rojan bêhuquqî li ser gel pek hat, hêj didome. Piştî qedexeya derketina kolanan rabû, nûnerên saziyên sivîl û dildarên ku ji bo piştevaniyê berê xwe didin Cizîrê jî tên asteng kirin. Komaleya Piştevanî û Alikarî ya Rojava ya alîkariyên wekî xurek û amurên malan ku bi riya Şaredariyê re tê navçê belav dike ji zordestiyên hêzên dewletê xelas nabe. Hêzên dewletê ku her tim di ser embarên komaleyê de digire, gef xebatkarên dildar yên komaleyê dixwin û lêpirsîna GBT’ê dike. Midurê Karên Çand û Hûnerê ya Şaredariya Cizîrê Mahmut Duru tekîldarî zordestiyên hêzên dewletê axivî û wiha got: “Polîs bê hincet bi ser embaran de digire û girtekan jî nagire û lêgerînê dike. Lê parezerên me ji bo belavkirina xurekan destûrname ji qeymaqamtiyê standine.”
‘Wesayîtên fermî desteser dikin’
Mahmut anî ziman ku wesayîtên ku belavkariyê dike jî rastê astengiya polîsan tên û wiha kiryarên polîsan vegot: “Polîs riya me qut dikin. Dema em belgeya fermî dixwazîn heqaretê li me dikin. Wesayîtên ku belavkariyê dike, wesayîtên fermî yên Şaredariya Cizîrê jî desteser dikin, dibin Miduriyeta Emniyetê û ajokarê wesayîtê jî bi fîîlî tê binçavkirin.” Mahmut dest nîşan kir ku di çarçevoya xebatên wan ya komaleyê de tevî astengiyan heya niha xwe gihandîne nêzî 70-80 hezar kesan û wiha pê de çû: “Em di mijara piştevaniyê de biryardarin. Bi astengiyan nikarin pêşiya hestên me bigirin. Li tevî hemû astengiyan xebatên me bênavber didome. Em ê sereke pêdiviyên xurekan û hemû pêdiviyên gelê Cizîrê çareser bikin.”
Herî dawî xwendevanên endamên Komaleya Xwendekarên Zanîngeha Çewlîgê ji bo piştevaniyê hatî bûn Cizîrê û ji aliyê hêzên dewletê ve ji bajêr hatî bû lidarxistin. Xwendekarên ji Stenbol, Amed û Mêrsîn’ê xwastin ji piştevaniyê werin Cizîrê, hêzên dewletê nêhêlan ku xwendewan têkevin navçê. Gelek aktivîstên navnetewî jî rastê heman astengiyên hêzên dewletê hatin û welatiyê Komara Domînîkê Gus Vîlchîses ku ji bo piştevaniyê hatî bû Cizîrê, ji aliyê polîsan ve hate derpkirin û piştre jî ji bajêr hate derxistin.
Hêzên dewletê li navçê destûr nade tû çalakiyên demokratik jî û ji beriya niha xebatkarên tendûrîstiyê yên girêdayî SES’ê xwastin sersaxî malbata xebatkarê tendûrîstiyê Azîz Yural ya ji aliyê êrîşên qîrkirinê ya hêzên dewletê de hatî qetilkirin bidin hatî bûn asteng kirin û nikarî bûn têkevin navçê. Rêveberên Komaleya Rojev Zaroke ku ji bo zarokên Cizîrê hatî bûn navçê, ji aliyê hêzên dewletê ve hatin astengkirin û çalakiyên ji bo zarokên amade kirîn hat astengkirin.
(kom/zt)