Bi vegotina jinek Êzidî hovîtiya DAIŞ!

11:19

Delîla Axîn/JINHA

ŞENGAL - Jina Êzidî Leyla Mehlo Hemzo bi êrîşê çeteyên DAIŞ'ê hevjînê wê tê qetilkirin û ew jî tê revanin, li bazarê koleyan tê firotin. Bi vegotina Leyla tevahî hovîtiya çeteyan li ber çavan tê raxistin. Leyla diyar kir ku zarokên hatine revandin jî ji aliyê çeteyan ve rastî îstîsmara zayendî tên û got hovîtî û zilma çeteyan bi çend gotinan nayê ziman.

Di êrîşê çeteyên DAIŞ'ê yê di 3'ê Tebaxa 2014'an de hember Şengalê bê guman êşê herî mezin jinên Êzidî jiyan kir. Bi hezaran jin hatin revandin, li bazaran hatin firotin û qetilkirin. Êrîşên dijî mirovahiyê li hember gelê Êzidî ên ku bi baweriyê xwe bi salan dijiyan pêk hat. Êrîşê çeteyan a qirkirinê ji aliyê hêzên HPG/YJA-Star ve hat paşve xistin. Bi sedan Êzidî li hember êrîşan berê xwe dan qontarê çiyayê Şengalê û hêviyên xwe ji jiyanê nebirîn. Gelê Êzidî ên ku li çiyayê Şengalê jiyana xwe ji nûde înşa dikin, li aliyek bendêne ku kesên dîlgirtî bên rizgar kirin li aliyê din jiyana xwe bi rêxistin dikin. Di pêvajoyên dawî de gelek jin, zarok û ciwan jî di navde ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve hatin rizgar kirin. Yek ji van jinên ku ji destê çeteyan hatî rizgar kirin Leyla Mehlo Hemzo ye.

'Mêran tev dan ber guleyan û kuştin'

Leyla (25) dayîka sê zarokane û ji gundê Til Ezîr yê girêdayî Şengalê ye. Di êrîşê çeteyên DAIŞ'ê yê li ser Şengalê Leyla tevî malbatê hewldide ku xwe rizgar bikin, lê belê bi ser nekevin. DAIŞ wan dîldigre û li bazaran wek koleyan difroşe. Leyla wiha qala dema dîlgirtin û pêvajoya jiyan kiriye kir, "Çeteyên DAIŞ'ê ketin gundê me, ji bo em canê xwe rizgar bikin em bi meşê heya gundê Şeraayê çûn. DAIŞ'ê li wir pêşiyê me girt û me tev bir. Em nêzî 50'î jin û 20 mêrbûn. Mêran tev dan ber guleyan û kuştin. Me jinan jî birin cihek din. Di serî de me birin Kîran û dûvre birin Til Ezîreyê. Piştre jî me birin Baaca, dûvre Şengal û ji Şengalê jî derbasî Musilê kirin. Gelek xirab nêzî me bûn. Piştî em 15'e roj li Musilê man me birin Til Aferê. Em çûn cihê ku mêr lê hatine dîlgirtin û du heyv me li wir girtin. Herî dawî me şandin bajarê Raaqa yê Sûriyê."

'Ez rastî tecavûzê hatim, birçî û têhin hatim hêştin'

Leyla da zanîn ku li Baacê 4 hezar û li Raaqayê jî 5 hezar zêdetir jinên Êzidî di destê DAIŞ'ê de hene û got zarokan têhin û birçî tên hêştin. Leyla got, "Çete zarokên kur li gorî zîhniyeta xwe perwerde dikirin û zarokên keç jî li bazaran difrotin. Jinan jî dibin cihên cûda. Emîrê bi navê Ebu Ubeyd hat û min bir cihê ku lê dijî. Di nava salek de her cure şîdet li hember min pêk anî. Ez rastî tecavûzê hatim, birçû û têhin hatim hêştin. Rastî şîdetê hatim. Ev emîr zewicîbû û du hevjînên wî hebûn. Hevjînên xwe jî wek xwe perwerde kiribûn, gelek xirab nêzî min dibûn. Ji ber em ne Mislimanin digotin bûyerê hatî serê we kême jî. Destûr ne didan em derên derve ango serê xwe ji pacê re derînin. Piştî salek min firotin mêrek ji Suudiyê. Mêrê Suudî jî malê wî li Humusê bû. Cihê wan binerdbû. Ez li ba wî jî demek mam. Ew jî min tecavûz kir."

'Îstîsmarê zayendî hember zarokan pêk tanîn'

Leyla diyar kir ku dema ew hatî revandin hevjînê wê jî qetilkirine û wiha pêde çû, "Dayîk li ber çavê zarokan, zarok jî li ber çavê dayîkan hatin qetilkirin. Li ber çavê me 15'e mêr qetilkirin. Zaroka keç a 16'e salî çend caran ji aliyê çeteyan ve rastî îstîsmara zayendî hat û di dawiyê de jî xwe întîhar kir. Bedena wê girtin û avêtin nava avek de. Min jî hewlda çend car întîhar bikim, lê ji bo ku li ser bedenê min hîn zêdetir pere qezenc bikim, min radikirin nexweşxanê û derman dikirin. Gelek zarok li cihên me hebûn. Temenê van zarokan di navbera 9, 10,12 û 15'an de bûn. Van zarokan perwerde dikirin. Zarok dixwastin birevin û xwe rizgar bikin, lê derfetê revê nînbû. Ew zarokan her roj rastî îstîsmara zayendî dihatin. Zarok ji hovitiyê wan gelek ditirsiyan. Li ber min digerîn lê tiştek ku min kiriba nînbû. Her dem digotin 'me we bi erzanî sitand em ê bi buhayî bifroşin'."

'Ez ji YPG/YPJ'ê re mînnetdarim'

Leyla bilêvkir ku zilma rastî hatiye bi peyvan nayê ziman û wiha pêde çû, "Piştî demek li gel mêrê Suudî mam, ew jî min da mêrek din yê Suudî. Min bi 5 hezar û 6 hezaran firotin. Rojek ew mêrê Suudî derî vekirî hêştibû, min jî fersend dît û reviyam. Min xwe gihand gundek yê Minbicê. Li wir malbatek Ereb min girt û veşart û agahî da hêzên YPG/YPJ'ê. Heval hatin û min ji wir girtin. Bi rojane ez li ba hevalanim. Gelek baş li min nêrîn ez minnetdarê wanim. Gelek spas dikim başe ku ew henin."

(rc)