Hêzên taybet Remziye û zaroka wê gulebaran kirin

11:23

JINHA

WAN - Li Taxa Xaçorta Wanê polîsên tîmên taybet ser malekê de girtin, Remziye Bor û zaroka di zigê wê de gulebaran kirin.

Li Taxa Xaçorta navçeya îpekyolu ya Wanê polîsên tîmên taybet ser malekê de girtin û mirovên di malê de gulebaran kirin. Di êrîşê de Remziye Bor a ducanî ji sîng û pişta xwe bi 3 guleyan birîndarbû. Remziye ya birîndarbû rakirin Nexweşxana Perwerde û Lêkolînê ya Herêma Wanê û girtin beşa lezgîn. Hat zanîn ku reweşa Remziye girane û hevjînê wê Îslam Bor jî girtin binçavan.

Li aliyê dinê li Taxa Xaçortê polîsên tîmên taybet ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de welatiyên bi navê Şahin Sonmez, Ersin Sonmez, Levent Sonmez, Ali Oner û Sebile Abi girtin binçavan. 5 kesên ku sedema binçavkirina wan nehat zanîn birin Şaxa TEM ya Erdemêtan.

(zt)