'Pêşbirka çîrok û helbestan a Şehîd Denîz Firat' tê li darxistin
11:57
JINHA
MEXMÛR - 2. "Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Şehîd Deniz Firat" ku her sal li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Yekitiya Xwendekarên Azad (YXA) ve tê lidarxistin wê îsal jî 22’ê Nisanê destpê bike.
2. "Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Şehîd Deniz Firat" ku hersal li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Yekitiya Xwendekarên Azad (YXA) ve tê lidarxistin wê îsal jî 22’ê Nisanê destpê bike. Pêşbirka ku wê di 22'ê Nîsana 2016'an de despêbike wê diyarî kesên ku jiyana xwe di berxwedana Bakûr de ji dest dane bê kirin. Ji bo pêşbirka ku di 22'ê Nîsanê de despêbike û kesên bixwazin beşdarî Pêşbirkê bibin divê heta 25 Hezîrana 2016’an berhemên xwe bişînin Navenda Saziya Ciwanan a Mexmûr’ê. Her wiha merasîma 2. "Xelatên Wêjeyê yên Şehîd Deniz Firat" jî wê di 8 ‘ê Tebaxa 2016'an de li wargeha penaberan a Mexmûr’ê pêk were.
Zimanê tevlîbûna pêşbirkê wiha ye; Kurdî(kurmancî, Kirmanckî, soranî), Erebî û Tirkî ye. Mercên pêşbirkê; Divê berhem beriya pêşbirkê li ti cihî nehatibin weşandin. Beşdar dikarin di beşa helbestan de herî zêde bi 2 helbestan û di beşa çîrokan de jî bi çîrokekê beşdar bibin. Beşdar divê berhemên xwe tevlî kurte jiyana xwe herî dereng heta 25’ê Hezîrana 2016’an bi riya E-mailê bigihînin destê me.
Navnîşanên têkiliyê;
yekitiyaxwendevanenazad@hotmail.com
yekitiyaxwendevanenazad@gmail.com
www.facebook.com/denizfirat2015
telefon, 00964 750 884 92 06 / 00964 750 884 05 22
(rc)