Remziye a ku tîmên taybet gulebaran kirî di beşa lezgîn de tê girtin
12:45
Nîsan
19
/ 2016
JINHA
WAN - Remziye Bor a ku duh bişev dema di mala xwe de runiştî tîmên taybet ser mala wê de girtin û ew gulebaran kirin û giran birîndarbû di beşa lezgîn de tê girtin.
Li Taxa Hisar a Hacibekira Wanê duh bişev polîsên tîmên taybet ser mala Remziye Bor de girtin û ew gulebaran kirin. Remziye di gulebaranê de ji sîng û pişta xwe giran birîndarbû. Hat zanîn ku Remziye 7 mehe ducaniye li beşa lezgîn tê girtin.
(zt)