1.Mihrîcana Arîn îro bi pêşandanên hûnerî bi dawî bû
15:53
Nîsan
19
/ 2016
JINHA
AFRÎN - 1. Mihrîcana Çandê a ku ji aliyê Tevgera Jinên Ciwan ve hatî organîze kirin, di roja 6. de bi pêşandanên hunerî bi dawî bû.
1. Mîhrîcana Arîn a Çandê li Kantona Efrînê bi coşek mezin ji aliyê Tevgera Jinên Ciwan ve tê rêvebirin. Mihrîcana Arîn a ku di 14'ê Nîsanê de bi çalakiyên cur be cur despêkiriye di roja 6. de bi pêşandanên hunerî bi dawî bû. Di Mihrîcana Arîn yê îro de govend, helbest û wêneyên ku bi afrîneriya jinên ciwan hatine xêzkirin hatin pêşendan.
Mihrîcana Arîn bi coşa jinên ciwan bi dawî bû.
(fr/rc)