Remziye a ji aliyê tîmên taybet ve hat gulebaran kirin felc bû

16:19

JINHA

WAN - Hat zanîn ku Remziye ya ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hatî gulebaran kirin ji situyê wê û şon de şeht bûye û dibe ku di emelyatê de jiyana xwe jidest bide.

Hat zanîn ku beşek mezin ji laşê Remziye ya ku duh bişev li Taxa Xaçorta Îpekyoluya Wanê di serdegirtina malan de ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hatî gulebaran kirin felec bûye. Bijîşkê Remziye ya hîna di beşa lezgîn de tê girtin diyar kir ku dibe ji sitiyê wê û pêde şehit bibe. Bijîşk da zanîn ku rewşa zaroka wê ya di zigê wê de jî başe. Bijîşk bilêv kir ku ji ber emelyatek birîske dê li benda biriyara malbatê bisekinin.

Li aliyê dinê Remziye ya ku duh dema bi tenê li malê bûye ji aliyê polîtên tîmên taybet ve hatî gulebaran kirin, polîsan ew bi navek dinê rakirine Nexweşxana Lêkolîn û Perwerdê ya Herêmî. Ji ber dorpêçê malbatê nedikarî nasnama Remziye ji malê bibin. Her wiha polîs nahêlin malbata Remziye nêzî oda wê bibin.

Li nexweşxanê bendêmayîn berdewam dike.

(zt)