Komîta Baweriyan a KCD'ê Cejna Çarîşema Sor pîroz kir
16:31
JINHA
AMED - Komîsyona Gelan û Baweriyan a KCD'ê di derbarê Cejna Çarşema Sor de daxuyaniyek weşand û got: "Bi giyanê berxwedan, rizgarî û têkoşîna Şengalê Cejna Çarşema Sor li gelê Êzidî pîroz be."
Komîsyona Gelan û Baweriyan a Kongra Civaka Demokratîk (KCD) ê di derbarê Cejna Çarşema Sor de daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyanî wihaye; "Afirandina cîhanê, bejin dayîna biharê, bi rast hatina ku hemû giyanewar bi tîrêjên rojê dikevin nava tevgerê, bi salane li ser axa Mezopotamya Cejna Çarşema Sor tê pîroz kirin. Mixabin di demên dawî de ji sedemên şer û pevçûnan ev cejn di wateya xwe de nehat pîroz kirin. Di serîde ên bi van qetlîaman re rû bi rû man, gelê di Rojhilata Navîn de ku baweriya wî herî qedîm gelê ezidî bûye. Gelê ku bi zor û zehmetiya qirkirinê re bi salane rasteqîniya çanda gelê kurd jiyayî û dijî gelê ezidî, di erdnigariya me de rengek jêneger e û rengîniya xwe didomîne jî.
Fermana 74'emîn ya di 2014'an de bi armanca tunekirina ezidiyan dayîn destpêkirin, mînakeke bi me dide fêmkirine ku bê ka di dîrokê de çi anîne serê gelê Êzidî. Di nav baweriya çanda ezdaî de kevneşopiya berxwedan û têkoşînê heye û îro jî nîşaneya ku ev berxwedan û têkoşîn rû dide heye. Bi rast hatina vê cejnê re em carek din diyar dikin ku em li cem gelê ezidî ne û piştgiriya xwe dubare didin têkoşîna wan ya ji bo azadiya wan. Cejna wan bi hestên kur pîroz dikin û bi hêviya ku cejnek din di ezdîxana pîroz de were pîroz kirin di xwazin."
(zt)