Li Eskifê dê kursiyê jinan bê ava kirin
17:43
JINHA
ÊLIH - Jin dê ji bo parastina Eskîfê di roja sempozyumê lidarxin û li hember hişmediya zayendî, çanda tezawîzê kursiyê jinan ava bikin.
Ji aliyê Meclîsa Jinan a Konseya Bajarê Êlihe ve dê di 7 û 8'ê Gulanê de 2 rojan li Eskifê sempozyum lidarbixin. Jinên Konseya Bajer di sempozyuma ji bo parastina Eskîfê de hatin gel hev. Hevşaredara Êlihê Gulistan Akel diyar kir ku êrîşên ser xwezayê tên kirin tecawîz û berhemê çanda hişmendiya zayendiye û wiha dom kir: "Em ê li hember vê tacîz û tecawîzê kursiyekê deynin. Hemu jinên Êlihê, saziyên jinan û rêxistinên jinan em ê bi reng û diruşmên xwe li hemberî tacîz û tecawîzê binê deng nemînin."
Seroka Wexfa Kamer a Şaxa Êlihê Nezahat Kapuci jî got: "Gotinên siyasetmedaran gelek dijwarin û em ê li hember vê yekê têkoşîna xwe berdewam bikin."
Civaknasa Navenda Şêwirmendiya Jinê Selîsê Çigdem Samsa jî diyar kir ku çanda tacawizê zihniyeta serdesta mêrane.
(dt/zt)