Ji malbatan li hember îstismarkîrîna zayendî çalakî
17:44
JINHA
STENBOL - Malbatên xwedekarên dibistana destpêkê ya Îstîklalê piştî derket holê ku memurê bi navê Kadîr Eryîgît zarokan îstistismar kiriye çalakî pêk anîn.
Malbatên xwendekaran li ber dibistana Destpêkê ya Îstîklalê ya girêdayê navçeya Sultangaziya Stenbolê ji bo protestokirina memurê bi navê Kadîr Eryîgît ê ku 9 zarokan îstismar kiriye hatin gel hev. Bûyer piştî vegotina xwedekarê bi navê C.A. ku ji aliyê Kadîr Eryîgît ve hatiye îstismarkirin malbat di 13'ê nîsanê de ji bo derbarê Kadîr de serlêdanê sûc bikin derket holê. Hat hînbûyîn ku Kadîr piştî 2 roj serlêdanê sûc bi talîmata dozgeriyê hatiye girtin.
Ewlehiya zarokên me tune ye
Endamê Yekbûyîna Malbatê ya Dibistanê Ahmet Gulnevîk her çiqas îdia bike jî tiştekî wisa tuneye malbatek xwendekarê ku nexwest navê xwe bide diyar kir ku Kadîr Eryîgît 3 meh berê navê wî bi heman bûyerekê de jî derbas bûye lê midurê dibistanê ser wê yekê girtiye û wiha axivî: " Ewlehiya zarokên me tuneye û heta rêveberiya dibistanê îstifa neke dê ewlehiya zarokên me tunebe."
Malbatan bi lêv kirin ku ji ber zarokên wan naşînin dibistanek bi ewle dê sibe di seat 13.00'an de bi Piştevaniya Sultangazî re li ber avahiya dibistanê de daxuyanî bidin çapemeniyê.
(ea/zt)