Jinên Êzidî Cejna Çarşema Sor li tevahî gelê Êzidî pîroz kir
09:02
Binevş Sarya-Evîn Nejdet/JINHA
QAMIŞLO- Jinên Êzîdî yên li Rojavayê Kurdistanê cejna Çarşema Sor li tevahiya Êzidiyan pîroz kirin.
Çarşema Sor a ku ji bo Kurdên Êzidî rojek taybete, her sal di heyva Nîsanê de Çarşema yekem yê piştî 13'ê heyvê tê pîroz dikin. Çarşema Sor yê ku di baweriya Êzidiyan de xwedî cihek bi nirxe, her sal tenê ji aliyê gelê Êzidiyan ve tê pîroz kirin. Çarşema Sor ji aliyek din ve ji bo Êzidiyan tê wateyê vejînê û di vejînê de rola herî sereke di xwezayê de dibînin. Jinên Êzidî ên gundê Qizlaço yê girêdayî bajarê Amûdê a Kantona Cizîrê têkîldarê Çarşema Sor û wateyê wê ji bo Kurdên Êzidî vegotin.
'Ji êvara Sêşemê kes nema agir vêdixe'
Jina Êzidî Seda Xido di serî de cejna Çarşema Sor li tevahî gelê Kurd û Êzidiyan pîroz kir û wiha got, "Em wek gelê Êzîdî ji dîrokê ve her sal cejna Çarşema Sor pîroz dikin. Di vê rojê de kesek dernakeve rêyên dirêj. Ji êvara Sêşemê kes nema agir vêdixe. Hemû amadekariyên Çarşema Sor roja beriya wê tê kirin. Di Çarşema Sor de nabe ku tu tişteke cuda bikî, an jî şahiyên cuda li dar bixînî. Ji bo cejnê hêk bi rengên kesk-sor û zer tên xemlandin û kelandin. Paşê qaşilên wan di nava daristanê, an jî erdê ku hatiye cotkirin de tê rijandin. Ev ji bo bereketa baxçê zêde bibe tê kirin. Ji bo vê rojê çi jî bibe pêwîste tu amedekariyên cejnê bikî. Demên borî me xweştir pîroz dikir. Niha ji ber şer her kes belav bûye. Ev yek me xemgîn dike. Ez cejna Çarşema Sor li hemû gelê Êzidî û gelê Kurd pîroz dikim."
'Çarşema Sor roja parvekirina jiyanê ye'
Xatê Xidir jî diyar kir ku di Çarşema Sor de dawet nayên pêk anîn û wiha domkir, "Li belê ji boyî pîrozbahiyên rojê her kes xwarinên cuda çêdike, hêk têne kelandin û bi rengên cuda têne xemilandin. Li zarokan tên belav kirin. Her wiha kûlûçe têne çêkirin, xwarinên cûr be cûr têne çêkirin. Cîran serdana hev dikin û vê rojê li hev pîroz dikin. Ev roj roja parvekirina jiyanê ye, çi nexweşî di nava civakê de hebe jî di vê rojê de têne çareserkirin û tên derbaskirin. Ez vê roja pîroz li tevayî gelan, Rêber Apo, gelê Kurd û li Êzidiyan pîroz dikim."
'Rengê sor li gorî baweriya me rengê jiyanê ye'
Necwa Cemîl jî cejna Çarşema Sor li tevahî gelên Êzidî pîroz kir û wiha got, "Cejna Çarşema Sor di serî de li Rêber Apo û tevahî gelê Kurd pîroz be. Di çanda me de meha Nîsanê ji ber ku weke bûka salê tê dîtin, nabe ku tu di vê mehê de bûk bînî. Ji ber dibêjin di vê mehê de hemû bedewiyên xwezayê bi hevre xuya dikin. Ji ber vê jî bûkên ji wê xweşiktir nînin, di ser wêra bûk nayêne anîn. Dîsan di vê rojê de ji bo daxwaziyên dilê te were cih, dayîkên temen mezin tayên sor û spî li zendê ciwan û zarokan girê didin. Ji ber rengê sor li gorî baweriya me rengê jiyanê ye."
'Divê gelê Êzidî vegerin ser axê xwe'
Jina ciwan Lara Cido jî ev roj li tevahiya Êzidiyan pîroz kir û wiha got, "Ez dixwazim gelên Êzidî vegerin ser axa xwe û welatê xwe terk nekin."
(rc)