Elîzabêt Gewriye:Armanca Federaliyê jiyanek hevbeş e
09:04
Lîlav Çolî-Gulan Botan/JINHA
QAMIŞLO - Endama Meclîsa Damezrîner Elîzabêt Gewriye têkîldarê sistema federaliyê nirxandin kir û got ku armanca federaliyê jiyanek hevbeşe.
Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyeyê berî du rojan li Navenda Kongreya Star a Kantona Cizîrê bi nûnerên Kongra Star û pêkhateyên wê re civiya. Komîteyê di derbarê Sîstema Federal Demokratîk de agahî da û nîqaş hatin kirin. Di dawiya civînê de jî endama Meclîsa damezirîner Elîzabêt Gewriye nêrînên xwe têkîldarê mijarê ji ajansa mera vegot.
Elîzabêt diyar kir ku wan di civîna xwe de li ser hevpeymana civakî, rêxistinbûna jin, ekolojî û pergala federaliyê nirxandin kirine û wiha qala erkê meclîsê kir, "Komîteya Damezirîner ji 33'ê kesan pêk tê. Ev Meclîs xwe di çend beşên cuda de bi rêxisitin kiriye. Beşa Komîteya Hevpeymana Civakî ji bo amadekirina hevpeymanê bi sazî û dezgehên civakî re civîn çêdike û nêrînên wan digire. Di vê çarçoveyê de em li tevahiya sazî û rêxistinan digerin û civîn li dar dixin."
Elîzabêt bal kişand ser pergala federalîzma demokratik û axaftinên xwe wiha domand, "Ji bo Sûriyeke demokratîk, fêmkirin û naskirina sîstema federal mijarek girîng e. Prensîbên me ya yekem wekhevîtiya civakê ye. Sîstema em dixwazin birêxistin bikin divê di serî de jin cihê xwe tê de bigire û bi îrade tevlî vê pergale bibe. Jiyana hevbeş teybetmendiya demokrasiyê ye. Ji bo me xaleke sereke ye ku civak bi nêrînên xwe tevlî vê pêvajoyê bibe."
Elîzabêt Gewriye qala kar û xebatên Meclîsa Damezirîner jî kir û wiha got: "Mijarên ku em li ser kar dikin bingehên pir tiştan ava dike. Projeyên me yên di derbarê qadên siyasî, aborî, civakî û çandî de hene. Yek ji taybetmendiyên ku em li ser disekinin mijara koçberiyê ye. Em dixwazin ji koçberiyê re çareseriyê pêş bixin."
Di dawiya axaftina xwede Elîzabêt got: "Em hewl didin di welatê xwe de jiyanek aram avabikin û li ser bingeha azadiya kesayetê civakeke azad pêş bixin. Armanca me ew e ku em jiyana hevbeş biafirînin. Bila tu kes îdea neke ku projeya federalîzmê Sûriyê parçe dike. Ev proje yekirina Sûriyeya Demokratîk e."
(en/rc)