Ayşe Hur: Bajarên fabrîkasyon tên avakirin
09:43
JINHA
STENBOL - Dîroknas Ayşe Hur derbarê îstimlaqkirina polîtîkayên berê agahî da û ji bo polîtîkayên îskanê ya dema nû de jî got ku dîroka Sûrê di hişekî kolektîf de û ji bo gelê herêmê cihekî girîng e û wiha axivî: "Blokên TOKÎ yên ku ev demek dîrêj e li derveyî bajêr tên avakirin bandor li ser polîtîkayên nufisê de jî heye. Ez wiha difikirim ku bi rêya TOKÎ yan dixwazin cihên ku kurd tê de dijîn biguherînin. Bajarên fabrîkasyonên nû tên avakirin."
Polîtîkayên Îskana Şark ku ji osmaniyan heta roja me ya îro wekî polîtîkayên dewletê hata niha berdewam kiriye û îro jî bi navê 'Îstimlaqkirina lezgîn' tê meşandin. Dîroknas Ayşe Hur anî zîman ku polîtîkayên dewletê yên îstanê di pirtûkên dewletê de pesnên wî tê dayîn lê hedefa wan polîtîkayan afirandina civakeke sunî ye û ev tişt got: "Ger em polîtîkayên dewleta tîrk ên bi navê 'tirk kirin' bifikirin ligel polîtîkayên tirk kirinê dîsa jî kesên ku li ser vê axê dijîn bi temamî nehatin tirk kirin. Sedema vê yekê jî gel koka xwe bi axê re kiriye yek e."
Derketina ewil li dijî Abdulhamît bû
Ayşe diyar kir ku Cemîyeta Îttîhat Terakkî tevgereke ji pirsa 'em ê çawa di dewletê dema belavbûnê de xilas bikin' bibin bersiv bû. Ayşe polîtîkayên tirkbûnê jî wiha vegot: "Derketina ewil li dijî Abdulhamît bû. Lê dawiyê hat dîtin ku Abdulhamît welatê baş bi rêve nabe û fikra îslambûyîn feyde nake. Piştî vê yekê polîtîkaya tirkbûnê hat îcatkirin û pêş xistin. Helw dan aliyek ve bi weşanan tirkbûnê derxîne holê û aliyek wê jî bi polîtîkayên nufusên jî civakên din asîmle bikin. Di sala 1914'an de bi hewl danên cuda cihên ku nufusa kurd lê zêde bûn wan girtin li Anatoliya Navîn de cîhên ku tirk hebûn bi qasî sedî 5 derbas neke kurdan li wir bi cîh kirin. Ev heman demê de ji bo civakên din jî tê kirin."
Piştî lêkolîna Ziya Gokalp
Ayşe anî ziman ku piştî lêkolînên Ziya Gokalp ku yek ji îdeologên tirkbûyînê ye Nezaretên Dahîliyê yên tê wateya ji berpisyarê wezîreta karê hundir a hikumeta osmaniyan bal kişandiye ser pirsên wek 'Bajar jî di nav de hejmara tirkan çi ye û ew di kîjan taxan de rûdinin? Li taxên ku dimînin nufusa wan ji hejmara kurdan an jî ereban zêde ye an na? Di wan herêman de malbatên ku hatine asîmle kirin hene? Zarokên wan malbatan xwendine an na? Li taxên ku tirk zêde hene ji bo sewq kirina kurdan guncav e? Formên civakî. Ayşe da zanîn ku sedema ew pirsan li ser navê xurt kirina nufusa tirk bûnê hatine pirsîn û wiha pêde çû: "Xurt kirina nufusa tirkan aliyek wê ye. Aliyek wê yê din jî asîmlekirina civakên din e. Ev polîtîka di dema Cumhuriyetê de jî bi heman rengî derbas dibe. Di dema Cumhuriyetê de jî bi heman sedemî ji Ziya Gokalp rapor tên xwestin û ji raporên cudan jî sûd tên wergirtin."
Rpora Şark Islahat: Divê kurd bên asîmlekirin
Ayşe mînakên raporên ku di salên 1925 û 1926'an de hatiye amadekirin nîşan da û ev tiştan got: "Li gorî raporê dîtina du nijadan li gel hev ne mumkune. Biryarên wekî Divê nufusa tirkan bê zêde kirin. Ji bo vê yekê cihên ku tirk zêde tunene tirk bêne bi cih kirin û bi Erzirom, Xinis, Mûş, Karakîlîs, Bedlîs, Wan, Erdîş, Elezîz, Meletî, Palû, Sêrt, Garzan, Riha, Siwêreg, Mêrdîn, Mîdyat dewam dike. Li gorî rapora şark islahat di 1925'an de 'kurdên gundê rojavayê çemê Feradê û Beyazik, Xinis, xeta Kemahê ya rojhilat û başûr divê tirk bêne bi cih kirin û divê kurd bên asîmlekirin' tê gotin. Di raporê de behsa ku ji bo Colemêrgê hewldaneke taybet bê kirin jî tê kirin. Divê cihê ku ermenî hatine sirgunkirin tirk bêne bi cih kirin. Mal û milkên ermeniyan divê dewrî tirkan bê kirin û ji bo astengkirina êrîşên kurdan jî divê li wan deran leşker bên bi cih kirin, tên girtin û ev polîtîkayê dimeşînin."
Ayşe diyar kir ku di rapora Înonu ya 1935'an û di rapora Celal Bayer a 1936'an de jî polîtîkayên nufusê hebûn û wiha domand: "Li gorî agahiyên ku Abdulhalîk Renda Avnî Dogan dide de jî tê gotin ku; di sînorên herî girîng de divê tirk bên bicihkirin û li wir gundên tirkan bên avakirin. Herêmên ku bi eslê xwe tirkin lê bûne kurd divê turkbûyîn baş bê nasîn. Polîtîkayên ku keçikan bişînin dibistanan bên meşandin. Divê bişînin Dêrsimê dibistanên wek yurt (YÎBO). Bi taybetî jî bi şandina keçan a dibistanan dê civak bi lez asîmle bibe."
Gelê kurd asîmle nebû
Ayşe bi lêv kir ku polîtîkayên îskanên bi raporên Desteya Giştî ya 1935'an û raporên 1944 û 1950'an jî dewam kiriye û wiha got: "Gelê kurd û jinên kurd li hemberî asîmlasyonê li ber xwe dan û asîmle nebûn. Jinên kurd zimanê xwe, kevneşopiyên xwe wekî mîraseke çandînî dan meşandin." Ayşe dest nîşan kir ku wan rojan dixwazin ew raporan ji nû ve têxin meriyetê û nufusa hemû welatê biguherînin û wiha dewam kir: "Hikumet erebên ku ji şerê Suriyeyê reviyane li cihên ku kurd lê dijîn bi cih dike û bi ser de jî li ber gundên elewiyan kampên ereban ava dike. Hewl dide bajarên fabrîkasyon ava bike."
Bandora blokên takiyan jî li ser polîtîkayên şêniyê heye
Ayşe da xuya kirin ku li gorî wan polîtîkayan Sura Amedê bi lezgînî hat îstimlaqkirin û ev tişt anî ziman: "Mirov xwe fikra ku ev tişt berê hatiye plankirin nikare bigire. Çimkî bi lezgînî hat îstimlakkirin û destûra îtîrazkirinê jî nehiştin. Dîroka Sûrê ji bo gel gelek girîng e. Bandor Blokên TOKÎ yên ku ev demeke li derveyî bajê têne avakirin heye. Bi rêya TOKÎ yan dixwazin herêma ku kurd lê dîjîn biguherînin. Guhertinên mîmarî her tîm nirxên civakê, civakbûna wan û jiyana wan diguherîne."
Ayşe da zanîn ku li gorî îstatîstîkan 3 milyon kurd ji cihê xwe bûne û wiha bi dawî kir: "Hêvî dikim ku dîsa maseya muzakerê bê dayîn û hemû pirsgirêk bi rêya aştiyê bên çareserkirin.
(ea/zt)