Janet Biehl: Ji bo aştiyê divê herkes bikeve nava hewldanê
10:09
JINHA
DUBLIN- Ekolojîst Janet Biehl bertek nişanî konsepta şer a hikûmeta AKP'ê da û bêdengiya cîhanê rexne kir. Janet her wiha têkoşîna jinan silav kir û got; "Ji bo pêkhatina çareseriya aştiyane hemû kes çi bikeve ser milê wan divê bikin."
Ekolojîst Janet Biehl a ku di 16'ê Nîsanê de tevlî 11. Fuara Pirtûkên Anarşîst (Anarşist Kitap Fuarı) yê ku li Paytexta Îrlandayê Dublîn'ê pêk hatî bibû, têkîldarê têkoşîna ekolojiya civakî û konsepta şer a ku hikûmeta AKP'ê li hember gelê Kurd daye despêkirin axaftin kir. Janet êrîşê dewletê ên li hember herêmên Kurdistanê ya ku xwerêveberin lê hatî îlankirin nirxand û got, "Li hember êrîşan medyayên navnetewî bêdengiyê xwe parast. Bûyerên ku hatî jiyandin bi agahdarkirina raya giştî re dibe ku hewldaneke mezin hatiba nîşandan. Ji ber hovîtiya dewletê çend meh in qetîlam li bajarên bakurê Kurdistanê pêk tê. Hewldidin qetilamê sivîlan veşêrin. Ewropa û Amarîka di ferqê van bûyeran de ne lê di warê mudexelekirinê de lewaz dimînin."
'Têkoşîna jinên kurd silav dikim'
Janet diyar kir ku ew bangewaziyên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkîldarê demokratîkbûna Tirkiyê de bi wate dibîne û wiha domkir, "Lê li hember bangewaziyê demokratîkbûnê jî Erdogan sîstema seroktiyê de israr dike. Bi aliyê pratikê ve rejima Erdogan mîna DAIŞ'ê ye. Biryara Rojavayê divê ku zelal û vekirî be. Rojek dê were hemû serokên Rojavayî ji ber wan buyerên ku hatî jiyin dê berpirsyar bihên dîtin." Janet qala têkoşîna jinên ku cihê xwe di Tevgera Azadiya Kurd de digrin kir û wiha got, "Jinên kurd hember gelek tiştan şer dikin. Îro em dibînin li qadên ku xwerêveberin lê hatî ilankirin jin pêşengiya têkoşînê dikin. Jinên kurd ji bona demokratikbûna Tirkiyeyê berxwedaneke mezin didin. Têkoşîna jinên kurd silav dikim."
'Ji bo aştiyê divê herkes bikeve nava hewldanê'
Janet bilêvkir ku ew her dem piştgiriya azadiya gelê Kurd dikin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Îro gel li qadên xwerêveberiyê bi polîtîkayên tundiyê re rû bi rû ne. Li Cizîrê bi zorê dixwazin gel bidin koçkirin, lê gel li hember polîtîkayê koçkirinê li ber xwe didin û malên xwe terk nakin. Lê belê cîhan hêjî bêdengiyê xwe diparêze. Kurd li hember DAIŞ'ê têkoşînek bi lehengî dide, lê piştgiriyek baş nayê dayîn. Dewleta Tirkiyê êrîşê Kurdên ku hember çeteyan berxwedide dike. Bê guman mafê parastina rewa dikeve ser milê gelê Kurd hember êrîşan. Divê em hember herdem alîgirê çareseriyê aştiyanebin û ji bo aştiyê divê herkes bikeve nava hewldanê."
(my/rc)