Tedawiya Remziye û zaroka wê li beşa lezgîn didome - HATE NÛKIRIN
10:58
JINHA
WAN - Tedawiya Remziye Bor a ducanî ku li Taxa Xaçorta Wanê polîsên tîmên taybet ser mala wê de girtî û ew gulebaran kirî li beşa lezgîn didome.
Li Taxa Xaçorta Îşekyoluya Wanê polîsên tîmên taybet ser mala Remziye Bor de girtin û ew gulebaran kirin. Di gulebaranê de Remziye ya bi 3 guleyan ji pişt û bedena xwe giran birîndarbû rakirin Nexweşxana Perwerde û Lêkolînê ya Herêma Wanê. Hîna li beşa lezgîn a nexweşxanê tedawiya Remziye ya 7 mehin ducaniye berdewam dike. Bijîşkan diyar kirin ku nûçeyên girêdayî mirina mejiyê Remziye ne rastin, hîna mejiyê wê vekiriye û ji bo rizgarkirina zaroka wê jî di nava hewildanan denin.
Malbata Remziye jî dan zanîn ku mejiyê wê nemiriye û dê biçin di derbarê polîsên ew gulebaran kirî de li dozgeriyê serlêdana suc bikin.
(zt)