Civîna Meclisa Kongireya Star a Kantona Cizîrê pêk hat

11:14

JINHA

AMÛDÊ - Duh li bajarê Amûdê Meclisa Kongireya Star civîna xwe li dar xist. Di civînê de xebatê sê heyvan hat nirxandin.

Meclîsa Kongreya Star a bajarê Amûdê ya Kantona Cizîrê li salona Kerem duh civîna xwe li dar xistin. Civîn bi tevlîbûna tevayî sazî û desteyên rêveberiya xweser yê girêdayî Kantona Cizîrê ve hate destpêkirin. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir. Piştî wê rewşa siyasî ji aliyê Seroka Meclisa Kongireya Star Welîde Botî ve hat kirin.

Welîde Botî balkişande ser serkeftin û têkoşîna jinan yê li bakûrê Kurdistan û taxa Şêx Meqsûd û got, girêdana jin bi axê û xwedî derketina wê li jiyana azade. Her wiha Welîde got ku ew siyaseta dorpêçê û hişmendiya şofînî ya ku li ser Rojava ferz dikin qebûl nakin û wiha domkir: "Em weke Kongireya Star pêwîste ku hîn zêdetir xebatê xwe bi hêz bikin. Erkên ku dikevin ser milê me em bê qusur pêkbînin. Pêvajoya ku em weke gelê kurd û jina kurd tê de derbas dibin tu qusur qebûl nake."

Piştî nirxandina rojeva siyasî rêziknameya Kongireyê û rapora sê heyvan hate xwendin û nîqaş li ser hate çêkirin. Piştre pêşneyarî û biryarên xebatê hate girtin.

Ji van pêşneyarî û biryaran jî wiha ye;

1-Di asta komîn, meclisên taxa de xwe ji nu de avakirin.
2-Li ser lijneyên aborî rawestandin û wana sererastkirin.
3-Bi heyeta jinê re dest bi hemleya danasîna qanûnên jina di gund de kirin

Civîn bi berzkirina diruşmeyê "Jin jiyan azadî" bidawî bû.

(rh/rc)