Li Hezexê nûçegihanên DÎHA’yê hatin binçavkirin
13:24
Nîsan
20
/ 2016
JINHA
ŞIRNEX - Hêzên dewletê li Hezexê bi ser mala mewlûdê de girtin û nûçegihanên DÎHA’yê Suheyla Ozlem û Mahsum Molak û 3’ê meleyê ku çûbûn mewlûdê binçav kirin.
Hêzên dewletê avêtin ser navenda çandê ya Şaredariya Hezexê. Di navendê de lêgerîn dewam dike. Di serdegirtinê de nûçegihanên DÎHA’yê Suheyla Ozlem û Mahsum Molak û hevserokê MEYA-DER’ê yê Cizîrê Mele Kasim Yîgît û 2’ê meleyê ku çûbûn mewlûdê hatin binçavkirin.
Sedema binçavkirinê nehat zanîn û kesên ku hatin binçavirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê. Di Navenda Çande de legerîna polîsan berdewam dike.
(rc)