Bira û parêzerê Dîlek bi darbkirinê hatin binçavkirin
13:50
JINHA
STENBOL - Di yekemîn doza Dîlek Dogan a ji aliyê polîsê bi navê Y.M ve hat qetilkirin li 12. Dadgeha Cezayên Geran a Stenbolê dest pê kir. Di dadgehê de biryar hat dayîn ku doz girtî bê dîtin. Li ser vê biryarê li salonê ragehşî derket û birayê Dîlek Mazlûm û Mehmet, Emrah Dogan tevî parêzera Dîlek bi tarbkirinê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
Doza Dîlek Dogan a 25 salî ku di serdegirtina malê de ji aliyê polîsan ve hatî qetilkirin, li 12. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Piştî dîmenên di şeva bûyerê hatin temaşekirin, rageşî derket. Piştî rageşiyê dozgerê komarê bi hinceta "ewlehiya cemaweriyê" xwest doz girtî bê darizandin. Parêzerên Dîlek bertek nîşanî biryarê dan. Piştî navberê heyeta dadgehê gelek kes hatin binçavkirin. Girseyê ku dirûşmeyên "Bila kujer bên darizandin" berzkirin rastî mudexeleyê hişk yê polîsan hatin. Piştre Parêzerê Dîlek Dogan Gûnay Dag, Barkin Tîmtîk, gelek xwendekar di navde bi tarbkirinê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
Li aliyê din hat hînbûn ku birayê Dîlek Mazlûm, Mehmet û Emrah Dogan jî bi darbkirinê ji aliyê polîsan ve hatine binçavkirin.
(rc)