Hêzên dewletê li Cizîrê zarokan bi devkî tacîz dikin!
14:04
JINHA
ŞIRNEX - Hişmendiya zayendî ya ku li Kurdistanê te meşandin bi riya hêzên dewletê li kolanên Cizîrê hîna tê xwiya kirin. Hêzên dewletê yên ku kolanên Cizîrê dorpêç dikin ji wesayîtên zirxî jin û zarokan tacîz dikin.
Di şerê li Kurdistanê tê meşandin de hêzên deweletê bi rêbazên çeteyên DAIŞ'ê ser jinan de diçin, mînaka vê li kolanên Cizîrê tên dîtin. Hêzên dewletê di 79 rojên qedexeya derketina kolanan de ketine hindirê malan û li odeyên rezanê nivîsên bê ahlakî nivîsandine û cilên jinan belav kirine. Ev jî dide nîşandan ku şerê li Kurdistanê tayîbetî ser jinan tê meşandin. Li gel ku li Cizîrê qedexeya derketina kolanan hat rakirin jî jinên derdikevin kolanan rastî tacîza hêzên dewletê tên. Li navçeyê jin nikarin pêdiviyên xwe yên rojane jî pêk bînîn. Hêzên dewletê bi wesayîtên zirxî li bazar û kolanan digerin, bi gotinên devkî jinsn tacîz dikin û bi zorê jimarên telefonên xwe didin wan.
Zaroka 17 salî ku nexwest navê xwe bide da zanîn ku ew rastî tacîza polîsan hatiye û got: "Gava ez ji dibistanê divegeriyam wesayîtek zirxî min şopand. Li ba min sekini û jimara telefona xwe bi zorê dixwest bide min."
Polîs: Tu jimara telefonê negirê ez dizanim ezê çî li te bikim
Zarok got ku piştî qedexe rabû jî ew nikarin pêdiviyên xwe yê rojane pêkbînin û ev tişt gotin: "Niha qedexe dawî bûye jî, lê hê em nikarin li kolanan rehet bi gerin. Li hemu deveran wesayîtên zirxî hene. Polîs bi teybetî li ber deriyê dibistanan di sekinin û jimarên telefonên xwe bi zorê didin xwendekeran. Ez piştî ji dibistanê derketim ji bo pêdiviyên xwe çûm marketê. Gava ez ji marketê derketim wesayîta zirxî li ba min sekini. Polîsan jimarên telefonên xwe avêtin ber min. Lê min negirt. Gava min negirt polîsakî ji nava wesayîta zirxî bi dengek bilind ser min de qêr kir û got: "Eger tu jimara me negirê tu dizanê ez ê çi ji te bikin. Polîsan gef li min xwarin. Li ser vê ez tirsam û min jimara wan girt, lê di nava wesayîta bajêr de min jimara wan jê bir. Gava ez hatim malê, demek dirêj ji ber tirsa polîsan min nikarî bû derkevim derve. Hîn jî ji tirsa ez nikarim dervekim."
'Bila axa me bi terikînin'
Zarok got: "Polîsan ji gelek hevalên min re got; 'werin me sifra guran amedekiriye, hûn nayên tevlî lîstikavna meze nabin? Em bi van gotinan tacîz kirin. Ji ber jin ditirsin dengê xwe nakin. Em hemu dibin gefan de nin. Ziyan li ber pozê meye, bila demek ji ya dinê zutir axa me biterikînin û biçin."
(dt/zt)