Rageşî di doza Dîlek Dogan de neqedî, doz hat taloq kirin
16:14
JINHA
STENBOL - Piştî rageşiyê ku di doza Dîlek Dagan de derketiye holê, parêzer daxwaza taloqkirina dozê kirin. Di doza ku birayên Dîlek hatine binçav kirin û dayîka wê Aysel Dogan ser hişê xwe çûyî, heyeta dadgehê dexwazê parêzeran erê kir û dozê taloqî 30'ê Gulanê kir.
Rûniştina doza Dîlek Dogan a ji aliyê polîs Y.M. ve hat qetilkirin hat ditin. Doz li 12. Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Ji bo şopandina dozê gelek welatî li ber avahiyê adliyê serê sibê hatin ba hev. Kujerê Dîlek Dogan Y.M.ê ku li derve tê darizandin ji aliyê welatiyan ve hat protesto kirin. Li ser vê yekê polîsan mudaxele kir û 13'e welatî girt binçavan.
Birayên Dîlek hatin binçav kirin
Di doza îro de piştî ku kujerê Dîlek Dogan Y.M di îfadeyê xwede gotibû "nayê bîra min" bira, xizm û hevalên Dîlek bertek nîşan dan. Piştî rageşiyê ku derketiye birayê Dîlek, Mazlûm, Mehmet, Emrah û gelek kes hatin binçavkirin. Tevî parêzerên Dîlek kesên ku îro di rageşiyê dozê de hatine binçavkirin 40 kes derbas kir. Ji ber rageşiyê ku derketiye dayîka Dîlek Aysel Dogan ser hişê xwe çû.
Doz taloqê 30'ê Gulanê hat kirin
Ji ber rageşiyê ku di dozê Dîlek de derketiye pêş parêzer pêşniyar kirin ku doz bê taloqkirin. Heyeta dadgehê jî li ser dexwazê parêzeran dozê taloqî 30'ê Gulana 2016'an kir.
(rc)