Jinên Dirbêsiyê bertek nîşanî êrîşên ser Şêx Meqsûd dan

09:03

Şînda Ebdulah/JINHA

DIRBÊSIYÊ - Dayîkên kesên ku di Şoreşa Rojavade jiyana xwe ji dest dayî êrîşê çeteyan ya li hember Taxê Şêx Meqsûd bi tundî şermezar kirin û dijberiyê ENKS'ê û hêzên opozîsyonê nirxandin.

Li Sûriyê di çavdêriya Netewên Yekbûyî de, bi pêşengiya ABD-Rûsiya agirbesta ku ji 27'ê Sibatê de ketiye meriyetê û şûnde, bi piştgiriya hikûmeta AKP'ê û pêşengiya ENKS'ê komên çete bê navber êrîşê sivîlên Taxa Şêxmaqsûd a bajarê Helebê dikin. Ji ber êrîşê çeteyan bi dehan sivîl jiyanê xwe ji dest da û bi sedan kes jî birîndar bû. Têkîldarê mijarê jinên bajarê Dirbêsiyê a Kantona Cizîrê bertekê xwe anîn ziman.

'Êrîşên desthilatdariyê dibe sedema mirina sivîlan'

Ji jinan Semra Elî bertek nîşanî êrîşên ser gelê Kurd da û wiha got, "Ez êrîşên li ser gelê Kurd bi awayekî tund şermezar dikim. Êrîşên ku li ser Şêx Meqsûd, Nisêbîn û bakûrê Kurdistan bi awayekî hevgirtî bi destê çeteyên DAÎŞ û AKP'ê têne meşandin. Di van êrîşan de gelek çekên kîmyawî têne bi karanîn. Êrîşên desthilatdariyê dibe sedema mirina sivîlan."

'Em bi hêzê xwe yê serkeftinê bawerin'

Koltan Mihemed jî ne razîbûn nîşanî êrîşên çeteyan da û wiha got, "Divê tevahî dewletên nav netewî bizanibin ku tu hêz nikare gelê Kurd bi bin bixîne. Ger yek ji me dayikan jî mabe em ê vê dozê bişopînin û tola zarokên xwe hilînin. Êrîşên li ser gelê Kurd ne pilana dewletê tenêye ev kiryarên tevahî dewletane. Ji ber vêye ku ji van êrîşên her kes bêdeng dimîne. Lê em bi hêza xwe ya serkeftinê bawerin û em ê bi serkevin.'

'Tû hêz nikare me tûne bike'

Fadîle Ehmed destnîşan kir armanca dewleta Tirkiyê tune kirina gelê Kurde û wiha pêde çû,"'Dewleta Tirk dixweze me tune bike, ji ber wê bi awayekî hovane êrîşê gelê Kurd û Taxa Şêx Meqsûd dike. Dixwazin wekhevî û bê bawriyê di nava gel de bişkînin. Lê belê dema gel bûn yek ti wateya dewletan namîne. Ez jî dibêjim em ê bi hêza gelan bi serkevin. Tû hêz nikare me tûne bike."

(rc)