Berxwedêra musulman û feminist: Konca Kuriş
09:06
JINHA
STENBOL - Konca Kuriş digot: "Mirov ji peyama di Quranê de mêr serdestê jinanin bawer dikin. Lê suretek wiha nîne. Ji ber ku mêr Quranê şîrove dikin, ji bo wê wiha ye. Lê dema ku jin wergerînin dê hîn zêdetir cuda be." Piştî van nêrînan musilman û feminist Konca Kuriş ji aliyê hizbullahan ve hat revandin û qetilkirin. Li gel hemû tehdîdan jî cesareta xwe nîşan da...
Di nava dîroka şoreşan û berxwedanê de bi hezaran jinên navê wan veşartî hene. Gelek jinên heya em navê wan jî nizanin di dîroka têkoşînê de ked û canê xwe dane hene. Konca Kuriş jî bi têkoşînê rolê xwe yê dîrokî lîst. Jina ku navê wê ji aliyê kêm kesan ve tê zanîn, wêneyê wê di çalakiya Dayîkên Şemiyê de ye Konca Kuriş. Konca ya musilman û feminist mînakên bi sergirtî tevlî tekoşîna feminsitan bûyînê jî nîşanda. Konca fikira divê tenê Quran ji aliyê mêran ve neyê nirxandin diparast, lê yên pir olda têkoşîna wê hezim nekirin. Konca di sala 1998'an de ji aliyê hizbullahan ve hat revandin, piştî 38 rojan îskence ew qetilkirin.
'Divê jin jî Quranê şîrove bikin'
Konca Kuriş di 16'ê cotmeha sala 1961'an de di nava malbatek Turkmen, Sunî û Yoruk de li Mêrsînê hatiye dinê. Konca di 16 saliya xwe de tê zewicandin û ji ber tindiya civakê serê xwe digire. Konca sazumaniyên îslamiyên cuda nasdike, bi xaltiya xwe ya sosyalist re nîqaşdike û bi saya wan nîqaşan nêrîna feminist nasdike. Konca êdî di keve peyî lêgerînên cihê jinê di nava îslamê de û dibêje: "Mirov ji peyama di Quranê de mêr ji jinan xwediyê astek bilintirin bawerdikin. Lê suretek wiha nîne. Mêr Quranê şîrove dikin. Dema ku jin wergerîne dê gelek cuda be. Ji bo hilweşandina hişmendiya deshilatiya mêran divê jin jî Quranê şîrove bikin. Dema ku jin di adetan de be dikarin rojî bigirin û nimêj bikin. Di îslamê de neçariya sergirtinê nîne. Tenê di Quranê de ya tê ferzkirin jin sînga xwe bigirine. Di Quranê de çarşaf nîne. Jin û mêr dikarin bi hev re nimêjên înê û cenazeyan bikin. Di roja me de bi zorê jin û mêr bi hev re jiyan kirin neraste, ger ser jinan hewî bê û nexwazin bi heman mêrî re bijîn dikarin veqetin."
Konca cesareta xwe nîşan da
Konca di Quranê de hebûna mafê jinan nirxand û deshilatiya mêran hejand. Konca ya feminist hem sergirtî û hem jî musilman bûna wê baldikişand. Konca ji tehdîdên ku digirt neditirsiya, têkoşîna xwe ya jinan bilind dikir û dixwest jin hîn zêdetir têkoşînê bidin. Konca têkoşîna Sara, Rosa, Zîlan, Tanya û Asiye yan berdewam kir. Çîroka jiyana Konca ya ku cesaret nîşan dida û li piş fikirên xwe disekinî jî nehat nivîsîn, lê ji bo gelek jinan bûye mînak.
38 rojan di îskencê de ma
Konca ticarî nebû hisbullah. Ji ber ku Konca şîrovekirinên ser Quranê şaş didît ji aliyê hizbullahan ve hadef hat girtin. Di sala 1998'an de hizbullahan Konca revandin û 38 rojan îskence kirin. Qeyîdek derket têde gotinên "Roja 38'an di lêpirsînê de"... Konca ya 38 rojan di îskencê de li ber xwe dayî, di jêrzemîna malekê de veşartin. Cenazeyê Konca di 23'ê yê çileya sala 2000'an de di operasona ser mala hizbullahan de hat dîtin. Di serdegirtinê de dîmenên îskencekirinê jî hatin dîtin. Lê weke her kirinên dewletê ji bo wan dîmenan jî qedexe danîn û nehêlan kes bibîne. Konca bi hişmendiya DAIŞ'ê hat îskencekirin û qetilkirin. Di sala 2011'an de ji ber dema girtinê derbasbûye qatîlên Konca ji derve tên darezandin.
(zt)