Di neçîra pîrebokan de tê xwesitin ku zanista jinê ji ya zanista moder neyê jibîrkirin
09:15
Ceren Karlidag/ JINHA
STENBOL –Ji Nînuhrsag bigire heta Kîbele, Demeters û Îştarê gelek jinên xwedawend yên ku dermanê didan mirovan di nava pergala pênç hezar salan a zilam de hewl hat dayîn ku bên jibîrkirin. Dr. Selma Gungor da zanîn ku jinên ku cara yekem, tovên zanista tibê afirandin, îro ji aliyê zilamên ‘dermanker’ ve di nava têgeha jinekolojî ve hatiye asêkirin. Selma da zanîn ku di dema pêvajoya neçîra pîrebokan de zanistê kirine tekela xwe.
Ku tê bawerkirin ku cara yekem Xwedawend Nînhursag tendûristvan, zanist, dermankar û newarî bûye, bi têkiliya xwe ya bi meran re di tipê de bûye sembol. Selma Gungor da zanîn ku jinên ku cara yekem, tovên zanista tibê afirandin, îro ji aliyê zilamên ‘dermanker’ ve di nava têgeha jinekolojî ve hatiye asêkirin. Selma da zanîn ku di dema pêvajoya neçîra pîrebokan de zanistê kirine tekela xwe.
‘Tip di vê cîhanê de tekela herî zexm ava kir’
Selma anî ziman ku tipa moder karên di tendûristiyê de anî asta yekineyek xizmetê û wiha got: “Bi vê yekê kir meta. Piştî ku tibê xistin tekela xwe, jinên dermankar ji vê qadê hatin dûrxistin. Jin ji hebûna mirovahiyê û heta niha li malê li nexweşan dinêrin. Lê ev yek wekî pêkanînek tendûristiyê nayê destgirtin. Tib di vê qadê de tekela herî zexm ava kir. Di tibê de rêgezan dan avakirin û kesên ku divê mijarê de jî ji pergala wan perwerdehiyê nedîtibe davêjin dervayê tibê. Di cîhanê de tibek ku li ser ceribandinên gelek kesî xwe daye rûniştandin heye. Ji ber ku encax dikarin bi vî rengê bixin tekela xwe.”
Ji jinan destpê kirin
Selma anî ziman ku ev tekelbûyîn destpêkê jinan hatiye destpêkirin û wiha dom kir: “Di demên borî û serdama antîk çag de jî jinên dermankar hebûn. Ev yek jî em dikarin di xwedawendên jin de bibînin. Bi şewitandina bi hezaran jinan tê xuyakirin ku zanista jinê ya dermanê pir berfireh bûye. Bi vê yekê zanistê xistin tekela zilaman.”
Selma diyar kir ku dema tendûristiya jinan tê gotin tenê nebatên cînsî yên jinan tê hişê mirovan û wiha pêda çû: “Ji ber wê jî jinekolojî hat avakirin. Ev yek jî têgehek ‘zilamên dermankar’ a li hemberî jinê ye. Îro ev kevneşopî zêdetir berdewam dike. Dewlemendiya cîhanê ji sedî heştê di destên zilaman de ye. Û xizmeta tibê wan stendiye. Ji ber wê jî li gorî hişmendiya xwe teşe dane beşên tendûristiyê.”
‘Jineolojî zanistên demên borê referans digire’
Selma bi lêv kir ku piştî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gotiye “Zanista ku li dora jinan hatibe pêşxistin, ev gava yekem avêtina civakbûyînê ye” û wiha bi dawî kir: “Jinên kurd zanista ku zilam ji jinê stendiye carek din jê digire û bi nêrîna jinê teşe didê. Tişta ku jineolojî jî dixwaze bike, ew e ku zanista demên borî ji xwe re referans bigire. Tevgera jinê rewşa jinê ya îro digire dest û ji bo çareserkirina wê têkoşînê dide. Jineolojî wekî zilaman tenê îro ji xwe re referans nagire her wiha demên borî jî ji xwe re referans digire.”
(go/rc)