Rojnamegerên jin: Em ê rastiyê her dem raghînin
09:23
Bêrîtan Elyakut/JINHA
AMED -Her çiqas li ser weşana Rojnameya Kurdistanê 118'e sal derbasbû jî, li Kurdistanê êrîş û astengiyên li ser çapemeniya kurd bê navber berdewam dike. Rojnamegerên jin ku ligel canên xwe di nav zor û zehmetiyan de li qadên rêveberiya xweser rastiyên gel dişopînin, diyar kirin ku ew tu carî dev ji rastiyan bernadin û dê rastiyên gel ji raya giştîre ragihînin.
Rojnameya Kurdistanê di 22’ê Nîsana 1898'an de li Qahîre ya Misirê dest bi weşana xwe kir û ev 118'e sal e kevneşopiya çapemeniya kurd ligel hemû zor û zehmetiyan bê navber berdewam dike. Ji ber vê jî her sal roja 22’ê Nîsanê wekî Roja Rojnamegerên Kurd tê pîrozkirin. Li ser vê bingehê rojnamegeriya kurdî her roj xurttir bû û li gel vê jî gelek xebatên giranbuha hatin kirin. Rojnamegeriya kurdî û rojnamegerên kurd ku bi Rojnameya Kurdistanê dest pê kir heta îro gelek zehmetî kişandin. Gelek caran rojname ji aliyê dewletê ve hatin qedexekirin û gelek caran jî rojnamegerên kurd hatin kuştin û ketin girtîgehan. Lê kevneşopiya çapameniya azad hê jî didome. Rojnamegerên ku tu carî dev ji nivisandina nûçeyan bernedan û niha li qadên berxwedana rêveberiya xweser ligel hemû zor û zehmetiyan dibin dengên gel û rastiya gel ji raya giştîre radigihinin. Rojnamegeran rewş û zehmetiyên rojnamegeriya kurd nirxandin.
'Di berxwedanê de qada çapemeniyê gelek giring e'
Edîtora JINHA'yê Zehra Dogan ku bi mahan e li qadên berxwedana rêveberiya xweser ligel canê xwe rastiyan ji rayagiştîre radigihine diyar kir ku çapemeniya kurd ji sala 1990'an û şûn de her tim rastî polîtîkayên tune kirinê hatine. Zehra got ku rojnamegerên kurd ligel hemû zor û zehmetiyan tu carî dev ji rastiyan bernedane û rastiyê ji xwe re esas digirin. Zehra anî ziman ku gelê kurd niha di nav pêvajoyeke dîrokî de derbas dibe û wiha axivî: "Gelê kurd tu carî ew qas nêzî daxwaza rêveberiya xweser ne bûbû. Gelê kurd niha di nav berxwedaneke dîrokî ku bibe destan de ne. Gelê kurd li malên tax û kolanên xwe de tên qetîlkirin, lê dev ji bawerî û berxwedana xwe bernadin. Em jî bi nûçe û şopandina berxwedana wan dibin parçeyek ji berxwedana gel. Di berxwedanê de qada çapemeniyê gelek giring e."
Nûçegihana Ajansa Dicleyê (DÎHA) Bêrîtan Îrlan dema ku li Cizreyê rojnamegeriyê dikir qala serpêhatiyên xwe kir û wiha axivî: "Dema ku ez li Cizreyê bûm. Min dît ku li Cizrê mirovahî miriye. Min bi çavên xwe dît ku sekvan bi sedan welatî qetîlkir. Min li Cizrê gelek zor û zehmetiyan kişand. Li her derî mirî û birindar hebûn. Ez wê demê tu carî ji bir nakim û dê her tim di hişê min de be." Bêrîtan li ser hevalbendên xwe yên girtî jî wiha axivî: "Niha 8 hevalên min ji ber rastiyan nîvisîn û ragihandin raya giştî hatin girtin û niha di girtîgehê dene. Rê ya wan rê ya me ye. Ew nîkarin me asteng bikin û rê li rastiyan bigirin. Ew çi qas bikûjin û bigirin dê ew qas zêde bibin."
Rojnamegerî ne suç e'
Nûçegihana Ajansa Jinê (JINHA) ya Colemergê Hulya Okalîn jî anî ziman ku ji dîrokê heya niha gelê kurd bi polîtîkayên tunekir û înkarê re rû bi rû ye û got ku gelê bindest li hemberî van polîtîka û komkujiyan li ber xwe dide. Hulya destnîşan kir ku tu rojnamegerên kurd li hemberî van êrîş û berxwedanê nikare bê deng bisekine û wiha pê de çû: "Dema em li dîroka civaka kurd dinêrin. Rojnameger tu carî li hemberî rastiyan bêdeng nemane û hemû rastiyên komkujiyên li ser gelan nîvise û ji raya giştî re ragihandine. Îro jî li ser gelên bindest êrîşên giran tên kirin û bi hezaran kes tên kuştin. Tu rojnameger nikare çavên xwe li hemberî van rastiyan bigire." Hulya li ser berxwedana rojnamegerên jin jî rawestiya û got ku têkoşina rojnamegerên jin ên niha tovên Şilan Aras û Gurbetelî Ersoz e û axavtina xwe wiha bi dawî kir: "Îro bi sedan rojnamegerên jin ên kurd ji bo rastiyê ragihinin li daqan berxwedanê ne û nûçeyan dişopînin. Em dibin gelek zor û zehmetiyan de nûçeyan dişopînin. Lê me meşaleya berxwedana jinên têkoşer hilgirt û em şopawan berdewam dikin. Her çi qas nûçegihanî û nûçe wek sûç bê dîtin û astengî bên kirin jî em ê nûçeyên xwe binîvisîn. Rojnamegerî ne suç e."
(ho/rc)