Li bajarê Qamişlo pevçûn didome
11:20
JINHA
QAMIŞLO– Pevçûnên ku duh li bajarê Qamişlo di navbera leşkerên rejîma baasê û hêzên YPG’ê de derketiye de herî kêm 13’e leşker hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne. Di pêvçûnên ku du roj berdewam dikin de 4 endamên Asayîşê û 3’ê sivîl jî aliyê rejîmê ve hatin qetilkirin.
Duh li bajarê Qamişlo saet ji 11.00’an û şûnve di navbera hêzên Asayîş/YPG û hêzên rejîma Baas de pevçûnên dijwar qewimîn. Hinek derdoran hewl da ku van pevçûnan wekî şerê kurd û Asuriyan nîşan bidin, lê piştî pevçûn dijwar bûn, piştperdeya bûyeran zelal bû û rastî jî derket holê.
Pêxasên rejîmê yên bi navê Dîfa Wetenî di 19’ê Nîsanê de li nava bajarê Qamişlo şervanekî YPG’ê girtin û ew şandin Şamê. Di 20’ê Nîsanê (duh) de jî li nava sûka Qamişlo 2 endamên trafîka bajar girtin. Heman rojê saet di 10.00’an de koma Dîfa Wetenî li Çerxerêya Sebeh Behrat êrîşî dewriyek Asayîşa Qamişlo kirin û di encamê de 2 endamên Asayîşê jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşê de her wiha 3 sivîlên ku yek ji wan zarok e jî jiyana xwe ji dest da.
Li ser vê yekê hêzên Asayîşê saet di 11.00’an de mudaxele kirin û pevçûn derketin. Piştî ku pevçûn li gelek noqteyên di bin kontrola rejîmê de ne belav bûn, hêzên YPG’ê jî mudaxele kir. Di tevahiya rojê de li taxên Wista û Bişêriyê yên li nava bajar, herêma sukê ku rejîm wekî “Çargoşeya ewlekariyê” binav dike û taxa Alaya ya li rojhilatê bajar pevçûnên dijwar qewimîn.
Di van pevçûnan de çend noqteyên ku firinek nan a li taxa Siyahî jî di nav de ye, ji destê rejîmê hatin girtin. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên Asayîşê hatine girtin di pevçûnan de 18 endamên hêzên rejîmê hatin kuştin, gelek birîndar bûn û gelek jî hatin girtin. Lê derbarê hejmara girtiyan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Dîsa gelek wesayîtê hêzên rejîmê hatin îmha kirin. Yek ji cihên ku pevçûnên dijwar lê qewimîn jî girtîgeha Elaya bû.
Nêzî 60 endamên hêzên rejîmê li vir ji aliyê şervanên YPG’ê û endamên Asayîşê ve hatin dorpêçkirin û ji wan hat xwestin ku teslîm bibin. Li ser bangê fermanderek 6 leşker teslîm bûn. Pevçûnên li vê herêmê heta serê sibehê dom kirin.
Li hemû herêmên ku pevçûn lê hebûn, hêzên Asayîşê welatiyên sivîl ji bo cihên bi ewle veguhestin da ku ziyanê nebînin. Di pevçûnên tevahiya rojê de 4 endamên Asayîşê jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 3 welatiyên sivîl ku yek ji wan zarok e û 4 endamên Asayîşê jî birîndar bûn.
Rusipî ketin dewreyê
Di saetên serê sibehê de rûspiyên Ereban bi rayedarên Asayîşê re hevdîtin pêk anîn û xwestin ku ji bo veguhestina nexweşxaneyê ya kesên birîndar ên li Çargoşeya Ewlekariyê alîkarî bê kirin da ku ambulans karibin bên û biçin. Ev daxwaz ji aliyê rayedarên Asayîşê ve bi erênî hat pêşwazîkirin û ambulans derbasî herêmê bûn. Herêmên Çargoşeya Ewlekariyê û girtîgeha Elaya hîn jî di bin dorpêça YPG û Asayîşê de ne û alozî didome. Rayedarên Asayîşê destnîşan kirin ku ew li hemberî êrîşan parastina rewa dikin û êrîşî tu kesî nakin. Çav li rê ye ku Asayîş têkildarî mijarê raya giştî agahdar bike.
(bs/rc)