Li Derya Spî 500 koçberan jiyana xwe ji dest dan
13:02
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîseriya Bilind a Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî da xuyakirin, ku li gorî texmînên wan di keştiya hefteya bihurî li Derya Spî noqî avê bû de nêzî 500 koçberan jiyana xwe ji dest dane.
Rayedarên Neteweyên Yekbûyî (NY) dan xuyakirin, ku bi vê bûyerê re hejmara koçberên di nav salekê de li Derya Spî jiyana xwe ji dest dane gihaşt 800 kesî. Berdevkê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî Wîllîam Spîndler diyar kir, ku zehmet e asta giran a vê karesatê bê tespîtkirin. Wîllîam got, "Dema keştî noqî avê bû, ne diyar bû çend kes tê de ne. Şahidên bûyerê dibêjin bi qasî 500 kes hebûn. Em dibînin, hejmara mirovên ji Lîbyayê derbasî Îtalyayê dibin ev çend hefte ne gelekî zêde bûye. Bi başbûna hewayê re em hîn bêhtir ditirsin. Li Derya Spî hewa germ dibe, lewma gelek kes hewl didin di deryayê re derbas bibin."
Koçberên piştî binavbûna keştiya wan ji aliyê xebatkarên keştiyeke bazirganiyê ve hatin rizgarkirin anîn ziman, ku ji bo xwe bigihînin Îtalyayê ew di nava hefteyê de ji Lîbyayê bi rê ketine. Piraniya mirovên di vê keştiyê de bûn ji Somalî, Etiyopya, Misir û Sûdanê bûn.
(rc)