Li Elbakê ji bo zarokên keç ên nû tên dinê projeya çandina şitlan

14:13

JINHA

WAN – Ji aliyê Komisyona Jinan a Şaredariya Elbakê ve ji bo zarokên keç ên nû tên dinê projeya çandina daran hatiye despêkirin. Di çarçoveya kampaniyaya bi navê ‘Ji bo her zarokek keç a nû hat dinê tu jî şitlekê biçîne’ de ji meha çile heya niha ji bo 30 zarokên keç ên nû çavên xwe li jiyanê vekirine şitl hatine çandin.

Komisyona Jinan a Şaredariya Elbakê ji yekê çileya sala 2016’an heya niha ji bo her zarokek keç ên tên dinê biriyara çandina şitilekê girtine. Standa projeya ‘Ji bo her zarokek keç a nû hat dinê tu jî şitlekê biçîne’ di 4’ê nîsanê de hat dayîn. Di çarçoveya xebatên Komisyona jinan li navçeyê dayîn despêkirin de ji meha çileya sala 2016’an heya niha ji bo 30 zarokên keç ên hatine dinê dar hatine çandin. Komisyona jinan li Taxa Yavrucak ji bo zaroka binavê Arîn Menessa û li Taxa Tepebaşi jî ji bo zaroka bi navê Çîçek bi tevlîbûna Hevseroka DBP’a navçeyê Medine Tufan li gel endamên Komisyona Jinan û gelek jinên taxê dar çandin.

‘Bila her kes li ber derê xwe dar biçînin’

Girêdayî mijarê Endama Meclisa Şaredariyê Nazime Abi got: “Li Elbakê me dest bi kampaniyaya ‘Ji bo her zarokek keç a hat dinê tu jî darekê biçîne’ kiriye. Armanca vê kampaniyayê ji bo di aliyê ekolojîk û polîtîk de hişmendîkirina welatiyane. Ev ji bo ku zarokên keç bi azadî bijîn û bi azadî hembûna xwe berdewam bikine. Em ji bo her zarokên keç ên nû hatin dinê şitlan diçînin. Em weke jinên Elbakê bang li her kesê dikin ku tevlî çalakî û baldariyên bi vî rengî bibin û her kes li ber derê xwe darekê biçînin.”

(zt)