Di doza nobeta tacîzê de biriyar
16:13
JINHA
MANİSA – Serdozgerê Komarê yê Manisayê di derbarê doza ser giliyê Zuhal Guneş a ji aliyê Gernendeyê Giştiyê fabrîqeya Valfsel a girêdayî guruba E. C. A yê Huseyin Orhan ve hatî tacîzkirin de hatî despêkirin biriyara neşopandinê da.
Zuhal Guneş a 48 salî ku 25 salin li fabrîqeya Valfsel a girêdayî guruba E.C.A de sekreterî dike. Zuhal di 19’ê sibatê de ji aliyê Gernendeyê Giştiyê fabrîqeya Valfsel ê Huseyin Orhan ve rastî tacîzê hat. Zuhal di 26’ê sibatê de li Serdozgeriya Komarê girlî kir û dest bi ekoşîn hiquqî kir. Piştî 54 rojan Serodozger giliyê Zuhal nirxand û got: “Tiştên şînber û teqez nîne.”
Li gorî şiyariya kar a 25/11-B yê Zuhal Guneş ji kar hat derxisin. Piştî Zuhal vêcarê jî D. K y 30 salî ji aliyê Huseyin Orhan ve rastî tacîzê hat û li dozgriyê di dosiyaya giliyan de cîh girt.
Piştî biriyarê Zuhal Guneş wiha axivî, "Li gorî qanûna 25/11-B yê ez ji kar avêtim. Di nava madeyê de di derbarê karker û karmendan de giliyê di derbarê şikandina vîna karmend de haiye kirin hebûn. Ez rastî tacîzê hatime û heya niha ji aliyê wan ve weke mexdur naxwiyêm. Huseyin Orhan di derbarê roja tacîzê de direwan dike û dixwaze xwe temîz derxe. Berpirsê Wexfê Gaye Akçen jî dibêje; ‘Emê heya dawiyê mafê xwe yê zagonî bixebitînin.’ Her çiqasî dozgre biriyara neşopandinê jî bide ezê mafê xwe yê hiquqî biparêzim. Ezê hemû mafê xwe yê zagonî bikarbînim. Ez dixwazim ji dadê bawer bikim.”
‘Heya vebûna dozê dê nobeta tacîzê berdewam bike’
Aktîvîsta Platforma Rawestandina Cînayetên Jinan Semiha Hasgor jî diyar kir ku heya niha ew bûne şopdarê dozê û dê heya dawiyê li gel Zuhal Guneş bin. Semiha bibîrxist ku nobeta tacîzê di roja 14’an de berdewam dike, ji Mugla heya Enqere, Stenbol, Îzmîr, Bursa û Konyayê li hember tacîzê jin di nava şêwirmendiyê denin û heya vebûna dozê dê nobetê berdewam bikin.
Parêzera Zuhal Guneş Dicle Arar jî destnîşan kir ku ew ji biriyara serdoger bawernakin û wiha domad: “Hincet qet nayê bawerkirin. Girêdayî roja miwekîla min ji kar avêtî îdiaya girina fax ekê dike. Diyar dike ku di wê fax ê de ji xwe di derbarê ji kar avêtina Zuhal Guneş de biriyar heye. Ji xwe di derbarê ji kar avêtina muwekîla min de pêdivî pênîne Huseyin Orhan ji bo desteya bilind fax bişîne, ji ber ji xwe bi qasî wê ji kar derxîne berpirsiyarî di destê wî bi xwe de heye. Em dibînin Huseyin di derbarê ji kar avêtina miwekîla min de li delîlan digere. Ji xwe em saeta tacîzê dizanin. Di îtiraza xwe de me gelek detayên bi qasî saetê jî nivîsîne. Emê xebata xwe ya hiquqî berdewam bikin. Ez ji gotinên miwekîla xwe bawer dikim.”
(zt)