Jinên Tilberak kêfxweşiyê rizgarbûna herêmên xwe anîn ziman
16:44
JINHA
HESEKÊ – Piştî ku Yekîneyên Parastina Gel navçeya Tilberakê ji çeteyên DAİŞ'ê paqij kirin 1200 welatiyên vê navçeyê vegeriyan warê xwe.
Hemleya Yekîneyên Parastina Gel(YPG) ya paqijkirina navçeyê ji destê çeteyên DAİŞ'ê li ser daxwaza gelê navçeya Telbirakê di 28 Sibat 2016’an de hatibû despêkirin. Piştî ku navçe hat paqijkirin 1200 welatî vegeriyan warê xwe û bi kêfxweşiyê xwe anîn ziman.
[16:43:37] jinha kurdi: Kafiya Xelef bi rizgarbûna Tilberak kêfxweşiyê xwe wiha anî ziman, “Bi rastî ji bo vê roja ku em ana jiyan dikin ez nizanim çawa hestê xwe bînim ziman. Ev çar salin me êş kişand û dûrî axa xwe ketibûn, bi fedekariya YPJ-YPG û hezên Asayîşê em îro vê kêfxweşiyê dijîn. Tenê ew dikarin welatê me biparêzin û bibin hêza parastina gel."
Meryem Elî a ku bi eslê xwe Erebe jî wiha got: " Îro em li hemberî êrîşên dijwar rû bi rûne. Em tenê dikarin baweriya xwe bidin zarokên xwe. Zarokên me jî di nava Hêzên Parastina Gel de ne. Tenê ew dikarin me biparêzin."
Her wiha welatiya bi navê Nesra Elehmed jî got ku çi kurd çi jî Ereb çi jî Suryan wê li hember zilma dijminan bisekinin.
Gelê navçeya Telbirak bi gerandina govend û stranên gelerî û tilîliyên dayikan şahiya xwe bi dawî kirin.
(ee/zd/rc)