Çarşema Sor li Efrînê hat pîroz kirin

18:23

JINHA

EFRÎN- Êzîdiyên Kantona Efrînê bi şahiyekê Cejna Çarşema Sor pîroz kirin. Şahî bi axaftin û xwepêşandanên hunerî hate li darxistin.

Êzidiyên Kantona Efrînê bi şahiyekê Cejna Çarşema Sor pîroz kir. Şahî ji aliyê Komela Êzîdiyên ku di Rojavayê Kurdistanê de hatiye birêxistinkirin ve hate amede kirin. Şahî bi diruşma “Bi rûhê berxwedana Şengalê em rêxistina xwe pîroz dikin” hate destpêkirin. Di şahiyê de ligel nûnerên rêveberiyê xweser, saziyên civaka sivîl, meclîsa bajarê El Şehba, Hêzên Asayîşê û bi dehan welatî tevlî bûn. Her wiha navenda pîrozbahiyê ku li gundê Feqîra li navçeya Cindirêsê di kantona efrînê de bi al û kûlîlkan ve hate xemilandin.

Bi tevlîbûna komê hûnerî bi stranên ku ola Êzidî îfade dikin û bi govenda ku têde çanda Êzidiyan ifade dikin şahî bi dawî bû.

(zd/rc)