Ji bo dosyaya Remziye Bor biryara nediyarbûnê

18:27

JINHA

WAN – Dozgeriyê di derbarê dosyaya Remziye Bor ya ku ji aliyê polîsan ve hat gûlebarankirin de biryara nediyarbûnê da.

Li Taxa Xaçorta Îpekyoluya Wanê polîsên tîmên taybet di 18’ê Nîsanê de ser mala Remziye Bor de girtin û ew gulebaran kirin. Di gulebaranê de Remziye ya bi 3 guleyan ji pişt û bedena xwe giran birîndarbû rakirin Nexweşxana Perwerde û Lêkolînê ya Herêma Wanê. Hîna li beşa lezgîn a nexweşxanê tedawiya Remziye ya 7 mehin ducaniye berdewamdike. Komeleya Hiquqnasên Mezopotamya (MHD) ê li ber derê Nexweşxana Perwerde û Lêkolînê ya Herêma Wanê di derbarê rewşa Remziye daxuyanî dan çapemeniyê.

Parêzerê malbata Remziye û endamê MHD’a Wanê Denîz Işik axivî û diyar kir ku Remziye ya ku ji alîyê polîsan ve hatî birindar kirin niha jî wek endama rêxistinê tê nîşandan. Denîz anî ziman ku dû polîs liber derîyê beşa lezgîn bi awayek bê hiqûqî disekinin û wiha got: “Ev ji bo mirovahiyê jî şerme û ji bo mafê mirovan û tendûrîstiya mirovan jî astenge.”

Denîz li ser tendûrîstiya Remziye û zarok sekînî û diyar kir ku tendûrîstiya Remziye ne başe û wiha berdewam kir; “Muwekîla min Remziye jiyana axwe ji dest ne de jî dê felç bimîne. Dosyaya Remziye jî mîna hemû dosyayan ji aliyê dozgeran ve bi awayek keyfî biryara nediyarbûnê hatiye dayîn. Em weke Komeleya Hiquqnasên Mezopotamya (MHD) a Wanê emê li ser vê bûyerê bisekinin û di hemû aliyan de ronîbikin.”

(hk/zt)