Rojnamevanên jin dibin ardilê pêşengan

09:24

Zehîde Ehemd/JINHA

KOBANÊ - Bi boneya 118. salvegera weşana Rojnameya Kurdistanê, rojnamevanên jin ên kantona Kobanê nirxandin kirin. Rojnamevanan di nirxandinên xwe da herî zêde bal kişandin ser rola jinê ya di rojnamegeriyê de.

Rojnameya Kurdistanê di 22’ê Nîsana 1898'an de li paytexta Qahîra Misirê dest bi weşana xwe kir û ev 118'e sal e kevneşopiya çapemeniya kurd ligel tevahî şertên giran û astengiya dewletê bê navber berdewam dike. Bi boneya salvegera weşana Rojnameya Kurdistanê, rojnamevanên jin ên Kantona Kobanê li ser rol û erka rojnamegeriyê nirxandin û bal kişandin ser jinên rojnamevan ên ku di şertên giran de xebatê pêk tînine. Rojnamevanên jin diyarkirin ku ew ê li ser xeta rojnemevan Denîz Firat û Gurbetelî Ersoz bimeşin û bibin ardilê pêşengan.

‘Di erdnîgariya Kurdistanê de rojnamegerî kirin gelek zehmete’

Rojnamevana Ronahî TV Zîlan Hemo di serî de roja rojnamegeriya Kurd li tevahî rojnnamevanan pîroz kir û wiha got, “Em roja rojnamegeriya Kurd li tevahî rojnemevanên ku li peye rastiyan û di şopa heqîqetê de dimeşin pîrozdikin. Di sedsala 21’an de ne hêsane ku mirov bi awayeki azad rojenamevanî bike. Di erdnîgariya Kurdistanê de bûyîna rojnamevanek jî gelek zehmetiyan bi xwe re tîne holê. Yek ji van qedexan jî rojnamevaniy, cihê ku çanda te têda hatibe qedexekirin, tuyê nikaribî li wê derê bibî xwedî heyîn û bi zimanê xwe xebat bikî. Bê guman dema mirov têkoşîna rastiyê bike wê mirov rastî gelek zihimetiyan were û mirovê bi gelek êşanra rû bi rû bimîne. Ji ber ku di Kurdistanê de destihiladariya dewletan bi awayekî hovane tê meşandin û ti maf ji mirovanra ne hatiye dayîn. Her wiha ne gengaze li ser erdnîgariyek wiha mirov qala mafê rojnamevanan bike.”

‘Yên ku bibin pêşengê rastiyan jî wê jinên têkoşerbin’

Zîlan da zanîn ku divê rojnameger ji bo heqîqetê raghînin têkoşîn bi hêz bidin û wiha domkir, “Ji bo rastî werin raghandin beriya her tiştî pêwîste ku mirov xwedî wijdan be û b

‘Jin li Rojava pêşengiyê raghandina azad dikin’

Xebatkara Radyo Dengê Kobanê Bîter Elî qala girîngî rojnamegeriyê û rola jinan kir û wiha got, “Em roja rojnamegeriya Kurd li hemû rojnamegerên azad pîroz dikin. Di Rojavayê Kudistan de jin tenê nebu pêşena şer di heman demê de jin niha li vir pêşengiya ragihandina azadi jî dike. Bê guman em tenê cihê xwe di beşekî ragihandinê de nagirin. Jin di hemû beşande li pêş dikevin û dibin pêşenga agahiyên rast. Cihê ku têda jin tinebe li wir rengê jiyanê jî tûneye, ji boyî ragihandineke pir rengî pêwîste ku em jin bibin pêşengên vê jiyanê. Di dawî dejî ez dibêjim werin em bi çavê jinan rastiyan bişopînin.”

‘Pênûsa Denîz û Gurbetan wê li erdê nemîne’

Rêveber Radyo Dengê Kobanê Dilîşan Îbiş jî wiha got, “Em beriya her tiştî vê rojê li hemû rojnamegerên Kurd pîroz dikin û bi taybetî jî li rojnamegerên jin pîroz dikin. De dema bihara gelande me dît ku jin di hemû qadên jiyanê de dibin pêşengên jiyanê. Wek ku em niha jî dibînin çi li Rojavayê Kurdistanê be çi jî li Bakurê Kurdistanê be bi pêşengiya YPJ/ YPS-JIN jiyan tê avakirin. Ji boyî em vê rastiyê bi civakê bidin nasîn em jî hewil didin ku bi çavê jinê rastiyan bişopînin û dengê jinan bigihînin her derê. Ez dikarim bêjim em ê pênûsa Ş. Denîz û Gurbetan nehêlin erdê çawan hevalên me li peyê rêya hqîqetê meşiyan û bûn dengê gel em ê jî hewil bidin ku bibin layiqî keda wan û bibin ardilên wan. Di dawiyê de jî cardî vê rojê li hemû rojnemevanan pîrozdikim û dibêjim em ê bibin şopdarê heqîqetê.”

(kom/rc)