Jinên Wanê: Em ê li pişt parlementerê xwe bin

09:26

Hatîce Kaya/JINHA

WAN – Jinên Wanê bertek nîşanî teklîfa AKP'ê ya der barê "rakirina destnedayîna" parlamenteran dan û gotin, “Li hember siyasetê qirkirinê em ê li pişta parlementerê xwe bin.”

Hikûmeta AKP'ê ji bo Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi temamî li derveyî Meclîsê bihêle û qada siyaseta demokratîk tasfîye bike amadekariya guherîna Makeqanûna Esasî dike ku CHP û MHP jî piştgiriyê didinê. Dê li ser teklîfa AKP'ê vê heftê dest pê kê di Komîsyona Makeqanûna Esasî de pişt re jî di Lijneya Giştî de hevdîtin pêk were. Polîtîkayê dewletê yê li hember siyasetmedarên Kurd bu sedema nerazîbûna jinên Wanê.

‘Dewlet hêrsa têkçûna xwe li ser kurdan pêk tîne’

Rayîfe Îpek jî wiha got, “ Parlementerên HDP’ê bi vîna gelên demokratîk hatin hilbijartin û nûnertiya gelê Kurdin. Dewlet hêrsa têk çûna xwe li ser Kurdan pêk tîne. Ew wekîlên gel ê kurdin û kes nikare destnedayîna wan rake. Dewlet têkçûna xwe li ser me kurdan bi polîtîkayên qirêj berdewam dike. Serkeftin wê her yê gelê Kurd be.”

‘Em jin dê parlementerên xwe biparêzin’

Dîlber Turgut jî li ser rakirina destnedayîna parlementerên HDP’ê sekinî û wiha got: “Me wan wekîlan wek nûnerê vînê xwe pejirand. Em ji bo rêya aştiyê diçin lê mixabin şerê dewletê berdewam dike. Em ê li pişt vîna xwe bin û parlementerên xwe biparêzin. Heya dawiya jiyana xwe em ê pişta wekîlên xwe bin. Li hember siyasetê qirkirinê em ê li pişta parlementerê xwe bin.”

‘Eger destnedana parlementerên me bê rakirin jî em natirsin’

Zakire Îpek jî ne razîbûnên xwe wiha anî ziman, “Em dibêjin aştî çima dewlet wisa dike. Em koletiyê nepejrînin. Em hebûna xwe û kurd bûna xwe jî gelek keyfxweşin. Em dewletê şermezar dikin. Em fezlekeyên dewletê amade kirî qebûl nakin. Eger destedanên parlementerên me bê rakirin jî em natirsin. Em kurd hemû pişta parlementerên xwene. Parlementer daxwazên mene. Em ê xwedî derbikevin. Ew jî ji bo me gel ê kurd livirin û em gel ê kurd jî dê xwedî

‘Em ê xwedî li parlementerên xwe derên’

Jina bi navê Besna Kaya bertek nîşanî destnedana parlementeran da û wiha got, “Bi salaye li hember dexwazên aştiyane dewlet di şer de îsrar dike. Em dewletê şermezar dikin. Heya dawiyê em ê şopdarê dozê xwe bin. Em rakirina destnedayîna parlementeran napejrînin. Heya dawî em ê li pişt parlementerên xwe bin. Em jin hemû dê pişta parlementerên xwe bigrin û dê ev xwîn jî bê sekinandin.”

(rc)