‘Fatma li Colemêrgê bi kenê xwe tê nasîn’

09:28

Zeynep Durgut/JINHA

COLEMÊRG - Şervana (YPJ) ê Fatma Seven (Tekoşîn Colemêrg) li nava kolanên Colemêrgê bi rukeniya xwe tê nasîn. Dayika Fatma Zubeyde Seven got ku Fatma dê her tim bi kenê xwe yê xweşik ji bo wê bibe efsane.

Şervana Yekiniyên Parastina Jin (YPJ)’ê Fatma Seven (Tekoşîn Colemêrg) di nava kolnên Colemêrgê de bi kenê xwe yê bedew tê nasîn. Hemû hevlên Fatma yên dibistanê dema ku qala wê dikin teqez kenê wê ji bîrnakin. Fatma di mijdara sala 2012’an de di temenê 15 salî de beşdarî nava refên PKK’ê bû. Kenê Fatma bi azadiya çiyayan re bû yek. Çiqas Fatma ji çiyayan hes kir, ewqas jî çiyayan ji kenê wê hesdikir. Di dema şoreşa Rojava de bidildarî Fatêma berê xwe da warê berxwedanê Kobanê. Piştî azadiya Kobanê jî li eniya Girê Spî cîh girt. Li Girê Spî di avrêla 2016’an de di êrîşên çeteyên DAİŞ’ê de jiyana xwe jidest dida. Fatma bi ken, jîrbûn û berxwedana xwe bêdawî bû.

Dayika Fatma Zubeyde Seven diyar kir ku Fatma bi ken û dildarî berê xwe da rêya azadiyê û wiha axivi; “Keça min di sala 2012’an de tevlî nava tekoşîna azadiyê bû. Ez bi tevlî bûna Fatma yê her tim serbilind bûm. Buîna şopdarê azadiyê ewqas hêsan nîne, bedelên giran dixwaze. Fatma di ferqa giranbûna berpirsiyariya xwedebû û li gora wê tevdigeriya. Ji xwe gelê kurd, gelek fedekare zarokên me jî bi wê fedekarî û berpirsiyariyê mezin dibin. Fatma tevlî kerwanê şehîdan bû, ez bi keça xwe ya ruken serbilindim. Ji ber ku ji bo azadiyê ji bo zilm xilas bibe keça min di berxwedanê debû; di dawi yê de bi fedakariyek mezin şehîd bû. Dema ku Fatma rêya azadiyê hilbijart hat ji me hemûyan xatir xwest. Her tim di got; ‘Ezê biçim warên azadiyê’ lê min bawer nedikir. Keça min ewqas baweriyek mezin ya tevlîbûnê hebû, rojekê wenda bû. Êdî min zanî tevlî nava refanbû, ji bo wê jî min pirs nekir. Temenê wê biçukbû, lê dilê wê pir mezin bû. Fatma bi wê rukeniya xwe êdî bû şervana azadiyê.”

‘Ezê Keça xwe bi rûkeniya wê ya xweşik bikim efsane’

Zubeyde ani ziman ku keça wê Fatma ticarî serî li hember zilmê serî ne çemandiye û wiha domand: ”Keça min zilma çeteyên DAİŞ’ê li ser gelê Rojava qebûl nekir, ji warên azad bi dildarî berê xwe da Rojava. Keça min tu car zilma dagirkeran qebûl nekir. Di zarokatiya xwe de jî pir jêhatibû. Di dibistanê de jî jîrbû. Ez de wê baweriyê de me ku keça min şervanek çeleng bû. Min keça xwe ji bo gelê kurd kir diyarî û ji bo tevgera azadiyê kir cangorî. Niha bi hezaran Fatma hene, bila çavê keça min vekiri neçe. Ji ber di nava hevalên wê yên riya wê dişopinin de pir Fatma hene. Em gelê kurd her roj bi minakên wek Fatma yê dîroka mirovahiyê dinivîsînin. Keça min bi hêviya azadiyê berê xwe da çiya. Ew xwendekara Rêber Apo bû. Ji ber wê jî ez bi keça xwe şadim. Keça min pêşenga jinên azadbû û ji bo azadiya gelê xwe kar kir. Fatmaya ji bo min rumeta herî mezine. Bila serê Rêber Apo saxbe. Ezê her tim keça xwe bi rukeniya wê ya xweşik û delal bikim efsane. Ewê bi rûkeniya xwe her tim di dilê min de be. Hezar caran bila ji Fatmaya min a ruken re oxir be.”

‘Fatma Şoreşgerek evîndarbû’

Xwişka Fatma Sînem Seven jî got ku xwîşka wê Fatma tu car li hemberî zilmê serê xwe ne tewandiye û wiha berdewam kir; “Em 2 xwîş bûn. Ez 3 salan ji Fatma yê mezintirm. Fatma xwîşka me ya herî biçûkbû. Ez car caran di mam matmayi ji ber ku Fatma bi kenê xwe li hember pergala dagirker disekinî û her tim bi serbilindî dikeniya. Dema ku tevlî nav refên tekoşîna azdiyêbû ji me xwatir xwest. Bi rastî her roj digot; ‘Ezê biçim.’ Gava wiha digot me digot henekan dike, lê her roj ji me xwatir dixwest. Fatma keçek pir serkeftîbû di nav malê de her tevgerên wê ne li gorî temenê wê bû, ji xwe mezintir tevdigeriya. Ez karim bêjim ku di wi temenê biçûk de şoreşgerek serketibû. Piştî ku Fatma çu Rojava carek li me geriya. Dema ku em pêre axiftin bi rasti pir bi coşbû. Piştî wê rojê şûnde em bi Fatma yê re ne axiftin. Fatma Şoreşgerek evîndarbû. Ez bi xwîşka xwe serbilindim.”

(zt)