‘Dê dîrok Rojnamegerên jin ên kurd bi tîpên zêrîn binivîsîne’
09:32
Oyku Dîlara Keskîn/JINHA
STENBOL- Berxwedana rojnamegerên kurd ên ku di nobedariya nûçeyan de cih digire û bi armanca ji bo piştgiriyê ya zextên ku li wir tên pêşberî wan rojnameger Evrîm Kurdoglu di vê nobedariyê de cih girt. Der barê salvegera Rojnamegeriya Kurd de axivî û got: “Ji aliyê îqtîdarê ve ev 118 sal jinedîtîve hat dîtin. Paşeroja rojnamegerên kurd tune hat hesibandin. Lê belê di rastiya xwe de tiştek bi vî awayî tune ye. 22’ê nîsanê ji bo rojnemegerên kurd gelek girîng e ji ber ku ew dîrokê dinivîsin. Dê dîrok bi tîpên zêrîn navên rojnamegerên kurd ên jin binivîse.”
Dema pelên salnameyê sala 22’ê Nîsanê 1989’an nîşan dide, hîmê rojnamegeriya kurd ji aliyê Mîqtad Mîthat Bedirxan ve li paytexta Misrê ya Kahîreyê bi navê Kurdistan hat avêtin. Ji ber ku çapkirina rojnameyê ji aliyê împaratoriya osmaniyan ve nehat hezmkirin zextên li ser Mîthat, wî tu car serî netewand û her tim têkoşîna xwe berdewam kir. Ji bo ku rojname negîhîje gel rojname ji hêla osmaniyan ve hat komkirin. Mîthat jî li ser vê yekê biryara derxistina rojnameyê derveyî Kahîreyê da. Di her hejmarê de nêzî 2000’î rojnameya Kurdistan dihat çapkirin û bi awayekî veşartî ji gel re dihat belavkirin. Ji ber di sala 22’ê Nîsanê ya 1989’an de yekem rojnameya kurdî ya Kurdistan hatiye çapkirin ji wê rojê pêve wekî roja rojnamegerên kurd hatiye pejirandin û 118 sal in her sal tê pîrozkirin. Zextên li ser rojnamegerên kurd ji derketina rojnameya Kurdistan ve destpêkiriye û hatiye roja me ya îro. Ji ber îqtîdara vê demê bi hişmendiya osmaniyan tevdigere zext û mekanîzmayên xwe yên hov xistiye dewrê.
Li dijî hişmendiya qetlîamker rojnameger şopdarên Denîz Firat in
Girtin, binçavkirin, derpkirin û îşkencekirin li ser rojnamegerên kurd bê navber didome, dîsa li ser saziyên çapemeniya kurd lêpirsîn û doz tên vekirin. Li navçeya Edeneyê ya Seyhanê belavkarê Firatê Kadrî Bagdu ji bo rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê bigihîne xwendevanan hat qetilkirin, her wiha midurê karên nivîskar ê rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş ji bo şopandina nûçeyan ku rastiyan ji gel re ragîhîne çûbû Cizîrê li wir di jêrzemîna wehşetê de bi awayekî hov hat qetilkirin. Îro jî ji ber manşetên rojnameyan doz tên vekirin, ajans tên astengkirin. DÎHA 35, JINHA 5 caran hat girtin. Li hemberî girtin û qetlîaman xwedîderketina mîrasa çapemeniya kirdrojnameger bi bîra rast û azad ve di şopa Apê Musa, Gurbetillî Ersoz û Denîz Firatê de dimeşin.
Li Kurdistanê rojnamegerî tê wateya mirin û girtinê
Li hemberî tevahî van zextan, li Kurdistanê ji bo ku tevna hevkariyê bi rojnamegeran re were honandin li Rojava ji aliyê gelek rojnamegeran ve “Nobeda Nûçeyê pêk hat. Rojnamegerên ku wekî komek çûn Kurdistanê li vir bi rojnamegeran re hevkarî nîşan dan. Rojnameger Evrîm Kurdoglu ku di “Nobeda Nûçeyê” de cih digirt, li ser pêvajoya tê jiyîn û li ser “Roja Rojnamegerên Kurd” axivî û got: “118 sal, bû pêvajoyek ku ji aliyê ixtidarê ve serde hatiye girtin. Raboriya rojnamegerên Kurd tune hat hesibandin. Lê belê di rastiya xwe de tiştek bi vî awayî tune ye. Ji bo rojnamegerên Kurd 22’ê Nîsan’ê girîng e ji ber ku ew dîrokê dinivîsînin.” Evrîm got li Kurdistanê rojnamegerî pir zehmet e, wiha pê de çû: “Li Kurdistanê rojnamegerî tê wateya yan mirinê yan jî girtinê. Di nav tevahiya van şert û mercan de bi azwer û wêrek dixebitin.”
‘Em tiştên ku tên jiyîn weke çîrokan dixwînin’
Evrîm da zanîn ku “Di 22’ê Nîsanê wê keda rojnamegerên ku îro li Kurdistanê dixebitin were axaftin û wiha berdewam kir: “ Dema ji Rojava di aliyê rojnamegerî de li Kurdistanê were nihêrtin, li vir rojnamegerî hinekî din hêsantir e. Me li Cizîrê gulexwarina Refîk Tekîn dît, em hîn jî binçavkirin û îşkenceya hevalên xwe wekî nûçeyeke ji dûr hatî dixwînin.” Dema ji Rojava were nihêrtin rewşa nekarina empatî kirinê, bi Nobeda Nûçeyê re tê şikandin. “Me li vir rojnamegerî kir û xebata esasî li vir dît.
‘Dê dîrok Rojnamegerên jin ên kurd bi tîpên zêrîn binivîsîne’
Evrîm destnîşan kir ku li Kurdistanê şer tê jiyîn wiha axaftina xwe domand: “Îqtîdar dixwaze rastiya şer veşêre. Bi kunekê re ketina hundir der barê van rastiyan de axaftin hevalên me berdelê van an bi jiyana xwe yan jî bi ketina girtîgehê didin.
Evrîm li ser zehmetiyên rojnamegerên jin ên kurd dijîn de wiha got: “Jin li ser nasnameyên xwe yên zayendî li rastî êrîşan tên. Bi şer re, polîtîkayên li hember jinê jî tund dibe. Ji ber ku îqtîdar xwedî hişmendiya jin divê li mal rûnê ye, bûyîna rojnamegereke jin weke hedef tê nîşandan. Lê belê jin bi pêşxistina mînaka herî baş a rojnamegeriyê li gel tevahî zehmetiyan beza xwe ya li pey rastiyê berdewam dikin. “Dê dîrok Rojnamegerên jin ên kurd bi tîpên zêrîn binivîsîne”
‘Li Kurdistanê mînakeke pir mezin a rojnamegeriyê heye’
Kesên ku li Kurdistanê rojnamegerî dikin, di rojnamegeriya şer de dibin xwedî tecrûbe.
Evrîm herî dawî wiha axivî: “Em ê di demên pêş de bibînin ku heval çiqas rojnamegerên baş in. Li ruxmê pêşî girtinên bihêz cardin bi înat û israr li ser vê rêyê berdewam kirin, dema em li dahenavê ku bi van ve girêdayî ye binêrin em rojanmegeriyeke pir mezin dibînin. Ez 22 Nîsana tevahî hevalên me yên ku niha di mercên zehmet de ne pîroz dikim.”
(fk)