‘Ne sazî divê zarokên tên îstîsmarkirin bên parastin’

10:16

Sarya Gozuoglu / JINHA

AMED – Parêzer Gamza Yalçin li ser îstîsmara zayendi ya zarokan rawestiya û got ku dewlet di cihê ku kesên zarokan îstîsmar dike ceza bike û zagonên bingehîn derxe, zarokên ku rastî destdîrêjiyê tên ceza dike. Gamze anî ziman ku ne sazî divê zarokên tên îstîsmarkirin bên parastin.

Li Karamanê mamosteyê bi navê Muharem Buyuktuk ê ku îstîsmara zayendi li zarokên ku malên Wakfa Ensar û KAÎMDER’ê diman kiribû û doz hate vekirin, doh doza wî li Dadgeha Cezayê Giran ya Karamanê hate dîtin. Dozger hemû daxwazên lêpirsina parêzeran red kir û derbarê Muherem de ji bo îstîsmarên ji sala 2012’an heya niha kiriye de cezayên cuda birî. Bi tevahî 508 sal û 3 meh ceza li Muharem hate birin. Dadgeh di serî de Weqfa Ensarê li tu perwîrdarên Weqfan ceza ne biri. Parêzer Gamze Yalçin derbarê dozê de axivî û diyar kir ku îstîsmar û êrîşên zayendî bîrdoziye.

‘Di nav bera carek û bist caran de tu cudahî tune’

Gamze di berdewamiya axaftina xwe li ser êrîşên îstîsmara zayendî rawestiya û ev tişt got: “Bi taybetî Weqfa Ensarê ku bi mijara îstîsmariya zarokan hate rojevê bûyerek herî mezin û giring e. Piştî ku bûyer qewîmî daxuyaniya Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê Sema Ramazanoglu ku goti bû ‘Cara yekem e tişt nabe’ ji îstîsmarê sosrettir bû. Di nav bera carek û bist caran de tu cudahî tune. Îstîsmar îstîsmar e. Ev gotin îstîsmariya zayendi ya li ser zarokan pişterast dike.”

Gemze anî ziman ku dewlet di cihê ku saziyên îstîsmara zarokan dike ceza bike, zarokên ku rastî îstîsmarê tên ceza dike. Gamze got ku li Tirkiyê zarokbûyin tiştek herî vahîm e û wiha pê de çû: “Ne tenê ev tişt ji aliyê Sema Ramazanoglu ve hate aşkerakiri. Her kesî dibin zanê de hiştin. Divê pêşiya vê tiştê demîldest bê girtin.”

‘Di derbarê îstîsmarên zayendî de biryarên sosret tên standin’

Gamze bal kişand ser tendûrîstî û derûniya zarokên ku rastî îstîsmara zayendî tên û got ku ji bo van zarokan xebatên tendûrîstî bên destpêkirin û axaftina xwe wiha domand: “Bi taybetî li ser tundiya jinê devê baş bê rawestandin û polîtîkayên tundiyê bên rawestandin. Encax tundiya li ser zarokan jî bivê awayê dê bê rawestandin. Lewra dê ev tundî heya dawiyê berdewam bike. Di derbarê îstîsmarên zayendî de biryarên sosret tên standin. Ev jî rê li îstîsmarê nagire û bi her awayî berdewam dike. Divê ji bo vê bûyerê zagon bên amade kirin.”

‘Saziyên girtî cihên tundiyê ne’

Gamze da zanin ku hemû saziyên girtî cihên tundiyê ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em di her platformên xwe de didin nîşandan jin û zarokên di saziyên girtîdene rastî tundiya tên. Zarokên ku rastî tundiyê tên divê bên parastin û kesên ku tundiyê dike ji teqes bên cezakirin.”

(ho)