Di radiyoyên Rojava de dengê şoreşa jinê
11:27
Gulan Botan/JINHA
QAMİŞLO - Li Rojava di kar û xebatên ragihandinê de her roja diçe tevlîbûna jinan zêdketir dibe. Rêvebera xebatên radioyên Kantona Cizîrê Lîloz Waşûkanî got; “Dengê jinê dengê jiyanê ye.”
Di şoreşa Rojava de li gel hemû qadên jiyanê di qada ragihandinê de jî jin pêşengiyê dikin. Tayîbetî jî di xebatên radiyoyan de gelek jin dixebitin. Jinên di radiyoyên Kantona Cizîrê de xebatên radiyoyan dikin, serketinên xwe anîn ziman. Ji Rêvebera radiyoyên Kantona Cizîrê Lîloz Waşûkanî di derbarê giringiya cîhgirtina jinan di nava xebatên radiyoyan de nirxandin kir.
Lîloz Waşûkanî di derbarê tevlîbûna jinan din ava xebatên radiyoyan de wiha axivî, “Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi xwe avakirin û çêkirin e. Bi gurbûna şoreşa rizgakirinê re qada ragihandina azad jî pêşket. Her çiqas rejîma Baas weke her qadên civakî ser qada rojnamegeriyê jî tindî dikir. Li hemberî wan tindiyan şoreşa Rojava ji bo jinê bû vekirina deriyê azadiyê. Ragihandin bi tevlîbûna hêza jinê bi ser dikeve û geş dimîne. Tevlîbuna jinê di qada ditbarî û nivîskî de çiqasî girîng be, di beşa bihîstinê de jî ewqas girînge. Şoreşa Rojava hemu qad ji jinê re vekir. Li Kantona Cizîrê jin bi dengê xwe xewin, xeyal, hizir û ramanên xwe yên bi salan veşartî mayî derdixin der, ji bo wê jin hêza serkeftin û dengvedana jiyanê ye. Radyoyên me ên niha li Kantona Cizîre kar dikin; Rojava F.M, Dengê Cudî F.M, Xabûr F.M, Dirbêsiyê F.M, Orkêş F.M, Waşûkanî F.M in.”
‘Em dixazin radyoya jinê jî vekin’
Lîloz Waşûkanî destnîşan kir ku wan vekirina radiyoyek jinê jî daye pêşiya xwe û wiha domand; “Şoreşa Rojava derfeteke mezine ji bo ku jin di hemû qadan de deng û rengê xwe bighîne her deverê. Beşdarbûna jinê ji xebata radyoyan re jî şensekî tevlîbûna hemû xebatên demokratîkbûna civakê ye. Em jî weke jinên Rojavayê Kurdistanê xebata ragihandinê di beşa bihîstî de didin meşandin; banga me ji bo hemû gelan ewe ku pêşî li jinan vekin, bi rastî jin dikare bibe dengê jiyanê û civakek demokratîk ava bike. Di heman demê de îlankirina pergala federaliyeta demokratîk ji bo me jinan jî dîsa şensê mezinkirina xewnên me yên ji bo civakek azad e.”
(zt)